Di wêje û bîrûbaweriyên Kurdî de cihê qulingan taybet e. Ji ber ku ev teyr koç dikin, ref bi ref digerin; li cem Kurdan weke teyrikên pîroz û koçberiyê têne naskirin. Gelek caran Kurdan di navbera xwe û wan de têkilî danîne. Niha ev teyrik ji ber nêçîrê, kêmxwarin û bikaranîna maddeyên kîmyewî kêm dibin. Seba vê jî ev heywan têne parastin. Navçeya Pulurê li nava Çiyayên Munzurê 1300 metroyan devereke bilind e. Li vê derê gelek cureyên gîhayan û heywanan hene. Qulingên em qala wan dikin jî xwe li vê herêma ewle girtine. Bîrûbaweriya Elewîtiyê jî dibe sedema parastina wan. Belkî ew jî vê yekê dizanin. Qulingên bûne îlhama strana Evdalê Zeynikê û pê re hevalbendî kirine, ji bo fotogir Akin Gedîk jî bûn îlham. Gedîk resmê van teyrikên delal girt. DERSIM