Dîmenek ji berxwedana Xerziyan ya sala 1926´an. 

…Yên ku digihiştine hev çîroka xwe ji yên din re digotin. Çîroka hemûyan weke hev bû. Li gelek gundan mêr û zarokên kur hemû hatibûne kuştin. Jin û zarokên biçûk dianîn ku wan nefî Anatoliyayê bikin. Lê ev kar wisa ne hêsan bû. Hê li danê nîvro, mirina zarokên biçûk destpê kir. Tiliyên piyên xwas yeko yeko reş bûn û di berfê de şewitîn. 

Li cihên ku serleşkeran minasib didît, fermana vehesînê dida. Da ku pêwîstiyên xwe yên destavê bibînin. Li her cihê vehesînê ji koma dîlan bi dehan jin û keç dihatine kuştin. Ji bona ku destdirêjî li wan neyê kirin direvin da ku leşker wan bikujin. Jinên ciwan û keçên ku nedikarîn birevin, gûyên zarokan li ser rû û laşên xwe didan, da bêhna pîs ji wan were û leşker nêzîkî wan nebin. Ji ber bêhna pîs, hin leşkeran nedixwest nêzîkî komên jinan bibin. Li her cihê vehesînê bi dehan jinên kuştî û zarokên ji serma mirî li wir dihiştin û diçûn. 

Bi rê de gelek dayîkan zarokên xwe mirî di ber pêsîrên xwe de vedişartin, da leşker nizanibin ku zarokên wan mirine. Leşkeran zarokên mirî ji dayîkên wan disitandin û bê ku wan binax bikin, diavêtin kêleka rê. Tiştên ku dayîkên zarokên wan mirî dixwest, tenê ew bû ku zarokên wan werine binax kirin. Nedixwestin laşên zarokên wan ji gur û roviyan re li derve bimînin. 

Kurê Qumrîka Sêwî ji danê sibehê ve li ber pêsîrên wê miribû. Lê weke ku şîr didayê bi pêsîrên xwe ve hişk girtibû. Her ku diçû zarok li ber serma dijwar hişk dibû. Fermana vehesîne hate dayîn. Leşker çûn ku xwarinê bixwin. Tenê çend leşker zêrevan li derdora dîlan man. Qumrîka Sêwî li paş komê rûnişt. Li leşkerê zêrevan nêrî û bi çavên xwe kevirê li kêleka xwe nîşanî leşker kir. Leşker li kevir nêrî, lê tiştek fêhm nekir. Qumrîka Sêwî li zaroka ber pêsîrên xwe nêrî û li kûna binê kevir nêrî. Bi mabasta ku bêje, zaroka min bike bin vî kevirî. Bi çavên xwe lav jê kir. Leşker fêhm kir û li dora xwe nêrî. Fermandar û eskerên din jê dûr bûn, zarok ji nav destên Qumrîka Sêwî girt û zû xiste kûna bin kevir. Bi destên xwe hin ax û kevir girte ser laşê kurê Qumrîka Sêwî. Ji ber vê kirina leşker, Qumrîka Sêwî hemû zilm û kuştin ji bîr kir. Ne kal û ciwanê birîndar û ne zarokên kur yên li ber çavên wê hatine gulebarkirin hatine bîrê. Ne gundên bi hemû zindiyên wî ve şewitandî, hate bîrê. Ne keçên piştî destdirêjiyê bi singûyên leşkeran hatine kuştin û ne jinên ji bona ku leşker destdirêjî wan nekin xwe kuştin, hatine bîrê. Leşkerekî ku hê dilovanî di dilê wî de mayî kurê wê yî ku ji sibehê ve mirî, kire xwediyê goreke veşartî. Kurê Qumrîka Sêwî şeş mihî bû û wî jî xwe li ber sir û sermayê negirt. Qumrîka Sêwî li binê kevir nêrî û li leşker nêrî û dest bi dua kir. 

-Bê te çawa dilê min xweş kir eskero, bila Xwedê û pêxemberê Xwedê jî dilê te xweş bikin. Înşallah Xwedê te bêqeza û bala digihînê diya te. Bila destên hemû şêx û mişayîxan li ser serê te bin eskero… 

Leşker bêyî ku bêje ji zimanê Qumrîka Sêwî û dua wê fêhm dike, bêdeng lênêrî. Dengê Qumrîka Sêwî weke dengê bilûra bêpeyv leşker xemgîn kir. Bê vîna leşker dilopên hêstiran ji çavên wî hatine xwar. Ji bona ku leşkerên din wî nebînin pişta xwe da Qumrîka Sêwî û çend gavan jê dûr ket. Piştre bi destan ji leşkerê nêzîkî xwe re got, ez diçime destavê. Leşker li paş kevirekî rûnişt û heta dilê xwe hînik kir girî. Çavên xwe paqij kirin û dîsa hate cihê xwe. Lê newêrî li Qumrîka Sêwî binêre. 

Berî fermana rabûnê were dayîn, Qumrîka Sêwî li kevirê ku kurê wê di bin de bi cih bûyî nêrî û di ber xwe de axivî. 

-Kurê min li wir rihet be, bila diya te ji te re bibe gorî. Ez soz didime te, kurê min ku nemirim, ez ê werim û te bibime nav ziyaretê. Ez te li vir bitenê, bêxwedî nahêlim. 

Qumrîka Sêwî hê bi kurê xwe re dipeyivî ferman hate dayîn ku rabin. Bibihîstina dengê rabin re mîna ku tîrek li dilê wê bikeve, birûsk li dilê wê ketin. Bi rondikên bêdeng re di ber xwe de lorand. 

Lorî lorî netirse biçûkê min tu dalal î. 

Min dergûşa delalê xwe li vir danî 

Li binê vî kevirî û li ber vî darî 

Min pê de nekir guhikê vê desmalê 

Min nikarî xeberê bidime mala xalê 

Lorî lorî netirse biçûkê min tu dalal î 

Bi komên dîlên dil, dest û piyên birîndar re ew jî rabû û kete rê. Her serê çend gavan li paş xwe li kevirê ku kurê xwe di bin de hiştî nêrî. Heta ku kevir xuya kir li paş xwe nêrî û di ber xwe de tiştin gotin… 


* Ev nivîs ji ber romana qêrîneke bêdeng Rindêxanê hatiye girtin.