
Kurdê Rojava yê bi navê Mewlûd Nezîr Hecî Yûnis (32) şevê din dema ku dixwest sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ji aliyê pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ve hatiye kuştin. Kujeran cenazeyê Yûnis birin bajarê Duhokê.
Îro jî bi sedan welatiyan bajarê Dêrikê bi armanca pêşwazîkirina cenaze li ber deriyê Sêmalka kom bûn. Welatiyên ku bê navber durişme li dijî kujeran diavêtin piştî wergirtina cenaze bi kerwanekî tirimpêlan ber bi gundê Zihêriyê yê ku Yûnis lê ji dayîk bûye bi rê ketin. Ji vir jî piştî nêrîna dawî ya malbatê girseya ku bê navber durişmeya “Bimre îxanet” diavêtin ber bi nexweşxaneya bajarê Dêrikê derketin rê. Li vir piştî ku bijîşkan cenaze kontrol kirin, girseyê cenaze ber bi Goristana Şehîd Dêrik ve birin.
Careke din Kurdistanê parçe dikin
Piştî girseya ku sembol, al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekiribûn gihîştin goristanê merasîm hate li dar xistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Kordenasyona Yekîtiya Star Zelal Ceger axivî û diyar kir ku siyaseta PDK’ê bi zanebûn li dijî gelê Rojava, di çarçoveya îxaneta li dijî gelê Kurd dide meşandin.
Cîger destnîşan kir ku PDK’ê bi kolandina xendekan di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bes nekiriye û niha jî dest bi kuştina welatiyên Rojava kiriye û wiha got: “Kiryarên PDK’ê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê dê nikaribe dîsa Kurdistanê parçe bike. Em soz didin heta dawiyê li ser riya şehîdên xwe bimeşin.”
Di merasîmê de her wiha Endama Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Seediyê Umer û mamê Yûnis Hemze Remezan axivîn û diyar kirin ku vîna gelê Kurd gelekî bi hêz e û li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan hatiye avakirin, ti carî îxanet nikare bişkîne. Piştî ku axaftin bi dawî bûn, cenaze bi durişma “Bimire îxanet” û tilîliyên dayîkan spartî axê hate kirin.
DÊRIK