Ji ber salvegera 102. a Qirkirina Ermeniyan, li paytexta Ermenîstan Erîvanê, Kurd û Ermenî çûn serdana Bîrdariya Qirkirinê. Parlamenterê Kurd Kinyas Hasanov diyar kir, dewleta Tirk heman qirkirinê îro li dijî Kurdan dike. Girseya gel, danê sibehê saet di 08:30 de tevî qurnefîlan bi rengekî girseyî berê xwe da Bîrdariya Qirkirinê, qurnefîl danîn ber bîrdariyê û dua kirin.

Parlamenterê Kurd ê li parlamenta Ermenîstanê Kinyas Hasanov li vê derê ji çapemeniya Ermenî re axivî û destnîşan kir, ku ew weke gelê Kurd Qirkirina Ermeniyan bi tundî şermezar dikin.  Hasanov diyar kir, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja îro de jî dewam dike û got, "Dewleta Tirk bi rengekî rêk û pêk gelê Kurd qir dike."Di dawiya axaftina xwe de Hasanov bang li dewletên cîhanê kir, ku çavên xwe li kiryarên dewleta Tirk negirin û  zextê li dewleta Tirk bikin.


HARÛN HÊVÎ / ANF / ERÎVAN