Di bernamemya bibîranînê de rêveberên ÎHD'ê, xizmên zarokên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û geek kesên din amade bûn. Li vir li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî, anî ziman ku hêj rastiya komkujiya Koşuyolu nehatiye ronîkirin û kujer nehatine darizandin. Bîlîcî, da zanîn ku ji ber komkujiya Koşuyolu nehat ronîkirin komkujiya Roboskiyê pêk hat û wiha got: "Berê jî komkujî pêk hatin. Li dijî mirovahiyê sûc pêk hatiye. 10 kes hatin qetilkirin. Hêj duh li Dîlokê dîsa komkujî pêk hat. Divê êdî Tirkiye li rastiya xwe vegere. Roboskî encama vê yekê ye."
Bilicî, diyar kir ku di 21'ê Tebaxa 2011'an de balafirên şer ên Tirkiyeyê li Kortekê ya Herêma Qandîlê welatiyên sivîl bombe kir û 7 kesên di navde zaroka 6 mehî Solîn jî hebû qetil kir û di 28'ê Kanûna 2011'an de jî balafirên şer ên Tirkiyeyê li Roboskiyê 34 welatiyên piraniya wan zarok qetil kirin. Sedema pirsgirêkê pirsgirêka kurd e. Ji ber ku dixwazin bi rêbaza ewlehî û tundiyê pirsgirêkê çareser bikin pirsgirêk dixetime û nayê çareser kirin."
Dayika Rojhilat Maragoz Gulîstan Marongoz, jî axivi û wihagot: "Zarokên me qetil kirin. Lê heta ku em kujeran ranî bikin û bidin darizandin û cezakirin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Xwedê heqê me ji Erdogan re nehêle."
Komê piştî axaftinan qurnefil danîn cihê teqînê. Ji malbatan dayika bi navê Remziye Aslan, axivî û wiha got: "Dema ez dibînim ku dayikek zarokê xwe winda dike ez digirîm. Ez nikarim biçim cenazeyan jî. Divê êdî kuştin bi dawî bkibe."

Ji qurbanan 7 jê zarok bûn 
Di komkujiya 12'ê Îlona 2006'an a li Parka Koşuyolu ya Amedê de ji malbata Çetinkaya Abdullah (6 mehî), Nazar (2) û Nazlican (4), ji malbata Demîr dayika zarokan Faîde Demîr, zarokên wê Şîlan (6) ,Zilan (8) Evîn (10) û Mizgîn (12) jiyana xwe ji dest dabûn. Hasan Marangoz (14) û Rojhilat Aslan (28) jiyana xwe ji dest dabûn. 

AMED