Li herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê, di êrîşên bombeyî yên 14'ê Tebaxa sala 2007'an de, piraniya wan jin û zarok bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Tevî ku di ser re 6 sal derbas bûn jî komkujî nehat jibîrkirin. Duh li bajarê Elmanya Esswenê ji aliyê Mala Êzîdiyan û Yekitiya Ciwanên Êzîdiyan çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin û mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Komeleya Piştgiriyê ya Kurdan a li Elmanyayê pêk hat û wêneyên zarokên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Serokê Mala Êzîdiyan Şêx Selîm di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku bi vê komkujiyê re Ezidiyatî û tevahiya gelê Kurd hedef hatiye girtin. Şêx Selîm got, "Ji ber ku Şengal navenda vê çandê ye. Ji bo Kurdayetî û Êzîdiyatiyê tine bikin, êrîşî vir kirin. Divê herkes vê bi vî rengî zanibe. Heta niha 72 ferman li hemberî me hatin derxistin. Bi qasî van fermanên nû werin pêkanîn jî, dîsa emê dest ji çand û ola xwe bernedin."
Serokê Yekitiya Ciwanên Êzîdiyan Seîd Şengalî jî da xuyakirin ku bûyerên li Şengalê rû dan îro li Rojava jî dewam dike û got, "Komkujiya li Şengalê îro li Rojava dewam dike. Lê mixabin cîhan bêdeng e. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî bi girtina deriyê sînor re bêdengiya xwe dewam dike. Ev cihê şermê ye."
Serokê Komeleya Piştgitiya Kurd-Elman Yilmaz Gultekîn jî komkujî şermezar kir û banga yekitiyê li urdan kir.
Piştî axaftinan, Hozan Edman derket ser dikê û helbestên xwe yên li ser mirovên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan nivîsandibû, xwend. 

ESSEN




Otonomiya Kurdên Rûsyayê şermezar kir

Otonomiya federal a neteweyî û çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê (FNKA KURD RF) Êzîdiyên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî.
Otonomiya federal a neteweyî û çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê (FNKA KURD RF) Êzîdiyên ku 14 Tebaxa sala 2007'an di encama êrîşên li ser herêma Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anî û ew êrîşên hovane şermezar kir.
Di daxuyaniya xwe de FNKA KURD RF diyar kir ku Kurdên Êzîdî ji dîrokê û vir ve gelek caran rastî neheqiyan hatine û hê jî ji ber dilsoziya xwe ya bi ola Kurdî ya kevnar dibin qurbanên lîstokên xêrnexwazên gelê Kurd. FNKA KURD bal kişand ku weke her carê di dîrokê de Kurdên Êzîdî wê bi hemû hêza xwe ve xwe li ser piyan bigirin û ola Kurdî ya resen biparÊzîn û xwedîderketina li vê beşa civaka Kurd erkeke tevahiya neteweya Kurd e.
Mesaja FNKA KURD RF wisa didome, “Divê gelê Kurd zanibe ku ew komkujiya li ser axa pîroz a Şengalê pêk hat, destavêtina li nirxên pîroz ên neteweya Kurd e. Ji bo komkujiyên bi vî rengî careke din dubare nebin, divê gelê Kurd bi hişyarî tevbigere û neyê lîstika xêrnexwazan”.  
Komkujiya li dijî Êzîdiyan, beriya 6 salan li Şengalê di encama 4 êrîşên întîharî yên bi tankeran pêk hatibû. Li gorî çavkaniyên fermî 525 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 400 kes jî birîndar bibûn. Lê tê gotin hejmara rastî ya mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan e, 700 derbas kiriye.

ÊRÎŞ QOSER / ANF/MOSKOWA