Li herêma Kortek a Qendîlê ji bo salvegera Komkujiya Kortekê  tevî nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr û xizmên kesên ku hatine qetilkirin bi tevlîbûna sedan kesan merasimek pêk hat. Beşdarên merasîmê li cihê komkujiyê rêz girtin û komkujî şermezar kirin.

Bêdeng nemînin

Di merasimê de Endamê Hemwelatîyên Azad û Wekhev Mela Zana Komkujiya Kortekê a ji aliyê balefirên şer ên Tirk ve hate kirin bi tundî şermezar kir. Zana destnîşan kir ku Hikûmeta AKP'ê ya faşist  xwe weke hikûmete îslamî dide diyarkirin û wiha got: "Lê belê tam berûvajiyê vê tu eleqeya wan bi îslamiyetê re tune ye. Hikûmeta AKP'ê û dîndarê sexte Fethullah Gullen ola pîroz weke amûrek ji bo siyaseta xwe ya sexte bi kar tînin." Zana bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got "Pêwist e li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin."

Bila hesabê komkujiyê were pirsîn
Berdevkê PÇDK'ê Wehab Ehmed jî ji di merasimê de axivî û got: " Em di şexsê şehîdên Kortekê de tevahî şehîdên tekoşina azadiyê bibîrtînîn." Ehmed diyarkir ku ku tenê firsenda serkeftinê di serhildan û bexwedana gelê Kurd de ye û pêwiste hemû gelê kurd bê navber kar û xebat bide meşandin û got, "Tenê bi vê rêyê em dikarin ji bo şehîdan bibin bersiv."
Di merasimê de peyama Komîteya Şehîdan ya PÇDK û Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê, Ciwanê Welatparêz û peyama şaredarê binarê Qendîl û Komîteya Şehîdan ya KNK'ê jî hatin xwendin.
Xizmên kesên di komkujiya Kortekê de jiyana xwe ji dest dan nerazîbûn nîşanî bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û Dewleta Tirkiye dan û anîn ziman ku ev yek nayê qebûl û westin ji kûjerên komkujiyê hesab were pirsîn.  Piştî xwendina peyaman bi sedan kesan çûn serdana gorên 7 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane. 

ANF/RANYA