Têkildarî qutkirina ava stasyona Elokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ragihand ku qutkirina avê ji ser şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê “sûcekî şer e” û li gorî Hevpeymana Romayê divê hesab were xwestin.
Dewlata Tirk a dagirker ku bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê dagir kirine, ava stasyona Elok qut kir. Stasyona avê ya Elok ava vexwarinê dide şêniyên bajarê Hesekê.
Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de weha got: “Di nava ji mehekê kêmtir de artêşa Tirk û komên Sûriyê yên çekdar ên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ 2 caran ava stasyona Elok a herêma Serêkaniyê ya dagirkirî qut kirin.”
Rêxistinê destnîşan kir ku ev stasyon avê dide 460 hezar sivîlên li bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê, her wiha kampa Holê ku zêdetirî 73 hezar koçber û malbatên çeteyan lê hene, kampa Erîşa û bajarokê Şedarê û ev jî nîşan dide ku jêdera sereke ya ava vexwarinê ye.
Rêxistinê piştrast kir ku qutkirina ava stasyonê rewşa mirovahiyê dixe xetereyê, nexasim di demeke wiha de ku li Sûriyê haletên belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) hatine tomarkirin, li gel vê yekê heke bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê kêm bibin, dê li herêmê karesateke tenduristiyê biqewime, şêniyan ji bergiriyên pêwîst ên paqijkirina destan û xweparastinê bê par bike û bi vê yekê şênî û nemaze zarok bi xetereya vîrusê re rû bi rû bimînin.
NAVENDA NÛÇEYAN