Li gorî çapemenî û siyasetmedaran Erdogan her tim bi vî şikli tevdigere û her tim serdanên xwe yên Almanyayê de nîqaş derdixe. Pêşiyê krîza “Hûn zarokên me asîmile dikin” piştre “Bila pêşiyê zarokên me yên li vir tirkî hîn bibin” niha jî krîza “Hûn piştgiriyê didin PKK’ê”. Lê ji ber ku raya giştî ya Elman zêdetirê bi krîza Yewnenîstanê mijûl e, gotinên Erdogan zêde tesîrek nekir.
Piştî serdanê Rojnameya Morgenpostê şîroveya “Erdogan dîsa dixwaze gengeşî derxe” kir. Ajansên wekî DPA, Reuters û DAPD’ê jî nûçeya giliya parêzerên Elman ku tê xwestin Erdogan bi boneya ku li Kurdistanê “Sûcê şer kiriye” bê girtin weşandin.
Van ajansan di nûçeyên xwe de sernûçêya “Erdogan sûcdarê şer e” bikaranî. Her wiha televîzyona ZDF’ê jî cihek berfireh da giliyê û behsa mijara giliyê kir. Di nûçeyan de naveroka giliyê ya wekî “Li gel ku peymana CWU ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, bikaranîna çekên kimyewî û qedexe kiriye jî artêşa tirk di şerê li hemberî milîtanên kurd de van çekan bi kar tîne” bikaranî.
Parlamenterê Partiya Keskan a Almanyayê Mehmet Kiliç jî bertek nîşanê helwesta Erdogan da û li hemberî bêdengiya Merkelê jî nerazîbûna xwe rave kir. Kiliç ku daxuyaniyek da Rojnameya Deutsche Welleyê diyar kir ku dema hikûmeta tirk dikeve zorê bi vî awayî dixwaze awiran li ser xwe bide aliyek din.
Kiliç wiha axivî: “Kengî NATO’yê ji bo parastina Îsraîlê aşkera kir ku baregeha radarê wê li Meletiyê bi cih bike. Erdogan dest bi gotinên tund kir. Wî got ku em ê keştiyên şer bişînîn Rojhilatê Derya Sipî. Dîsa kengî têkildarî Denîz Fenerî de îdîayên nû derketin holê, vê car Erdogan behsa weqfên Elman kir û got ku ev weqf alîkarî didin PKK’ê. Hikûmeta Tirk kengî tengav dibe balê dide polîtîkayên derve. Ev jî rewşa penaberan têxe zorê. Penaber vê naxwazin. Ev pirsgirêkên wan çareser nake.
BERLÎN