Li Kurdistanê bi hatina havînê re bêrîvanên Serhedê berê xwe didin zozanan. Li Serhedan li hemberî hemû qedexeyan dîsa jî jin diçin li zozanên pez didoşin.

Li gundê bi ser navçeya Westanê Darînîsê bêrîvan bi banga sibehê radibin û rêya zozanan didin ber xwe.    Sabriye Kaplan a yek ji bêriyên gund tîne zimên ku ew bi xwedîkirina pêz debara xwe dikin û dibêje: “Kêfa min pirr ji bêrîvaniyê re tê. Bêrîvanî aramiyeke cuda dide mirov. Mirov ji her perçeyeke xwezayê sûdê digire. Gava ku em jin serê sibehê tên em bi hev re stranan dibêjîn. Stran jî kevneşopiyeke bêrîvaniyê ye. Em heyanî êvarê pir diwestin, lê dîsa jî ez bi bêrîvaniyê re pir kêfxweş im.”

JINNEWS/WAN