Koma muzîkê ya Cûdî ya li Dêrikê Hemko, ji bo piştgiriya hilbijartinên komînan, stranek bi navê “Rabin em herin komînan”, çêkir.

Di çarçoveya piştgiriya projeya federaliyê û teşwîqkirina gel ji bo hilbijartinên komînan, Koma Cûdî ya Navenda Çand û Hunerê ya herêma Dêrikê, strana “Rabin em herin komînan” bi dîmen, çêkir.  

Awazên  stranê yên çanda kevnar a mûzîka kurdî ye û gotinên stranê jî yên endamên komê bi xwe ne.

Tê payîn ku di rojên pêş de, stran li ser ekranên televizyonan jî werê weşandin.  


 ANHA/DÊRIK