Xizmên çalakgeran: Em bibin dengê dîlên azadiyê. Ev bêdengî me ditirsîne. Çi hewce be, em amade ne bikin. Divê êdî em rabin ser lingan. Bêyî berdêlan serketin ne mumkin e. Bang li hemû dê û bavan, gelê Kurd dikim, bila her kes rabe ser lingan.
Yek ji berxwedêrên rojiya mirinê Abdulhalik Kaplan e. Malbata Kaplan got, "Banga me li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û her kesên xwedî wijdan e: Em bibin dengê van girtiyan." Ardil Çeşme jî yek ji 15 berxwedêrên rojiya mirinê ye. Xwişka wê Asya Seyhan diyar kir, ku Ardil her tim bûye beşek ji têkoşînê û got, "Çawa ku sala 1982'an berxwedêr li dijî zilmê bi ser ketin, îro jî wê berxwedêr bi ser kevin û tecrîd wê bi dawî bibe."
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir, li çar aliyên dinyayê didomin. Ji 30'ê Nîsanê ve 15 çalakgeran, dest bi rojiya mirinê kir. Yek ji berxwedêrên rojiya mirinê Abdulhalik Kaplan e, ku li Hepsa Tîpa D a Amedê ye. Kaplan ji navçeya Licê ya Amedê ye, 2014'an di dema êrişên DAIŞ'ê yên dijî Kobanê de çû Rojava. Li Rojava birîndar bû û dema ji bodermankirinê vegeriya Amedê, hat girtin.
Li Kobanê birîndar bû
Bavê wî Nîzamettîn Kaplan diyar kir ku kurê wî Abdulhalik ji zarokatiyê ve jêhatî û karker bûye: "Timî bi serê xwe tevdigeriya. Nedixwest kesek li ser serê wî hebe. Lê belê ji hevalên xwe jî gelekî hez dikir. Hevalên wî jî gelekî ji wî hez dikirin."
Kaplan anî ziman ku di dema êrişên dagirkirina Kobanê de kurê wî jî çûye Kobanê: "Bi îradeya xwe biryar da. Me jî hurmet nîşanî biryara wî da. Li wê derê di şer de birîndar bû û ji bo derman bibe hat Amedê. Heman salê hate girtin. Bêguman mîna her dayik û bavî em bi kurê xwe re ne.
Her hefte em diçin dîtina wî. Em dibînin ku hevalên wî gelekî jê hez dikin. Ev yek ji bo me cihê serbilindiyê ye.
Di rojbûna xwe de dest rojiya mirinê kir
Îro roja 59'an (îro 60) a çalakiya wî ye. Ji 30'ê Nîsanê ve di rojiya mirinê de ye. Biryara xwe ya rojiya mirinê bi rêya telefonê ji min re got û min jî jê re got, ez piştgiriyê didim wî.
30'ê Nîsanê di heman demê de rojbûna Abdulhalik e. Êdî tesadûf e ne tesadûf e nizanim, lê belê di rojbûna xwe de kete rojiya mirinê. Kurê min ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe daye ber rojiya mirinê. Banga min li partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, her kesên xwedî wijdan û li gelê Kurd e; Em bibin dengê van girtiyan û derdên wan parve bikin."
Kaplan destnîşan kir ku divê edalet ji bo her kesî hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin, berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin, berî ku dayik bigirîn, daxwazên wan bên qebûlkirin. Daxwazên wan jî ne ew daxwaz in ku nikaribin bên qebûlkirin. Dixwazin rêberê gelekî ku 20 sal in li giravekê di zindanê de ye karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Mafên wî yên hiqûqî û destûrî hene. Divê bi cih werin anîn."
Ardil parçeyek ji têkoşînê ye
Ardil Çeşme jî yeke din ji 15 berxwedêrên rojiya mirinê ye. Xwişka wê Asya Seyhan diyar kir ku Ardil her tim bûye beşek ji têkoşînê û got, "Çawa ku sala 1982'an berxwedêr li dijî zilmê bi ser ketin, îro jî wê berxwedêr bi ser bikevin û tecrîd wê bi dawî bibe." Ardil Çeşme li Hepsa Tîpa M a Gebzeyê tê girtin, xwişka wê, Asya Seyhan têkildarî çalakiya xwişka xwe got, di dîroka Kurdistanê de gelek serdemên girîng û krîtîk qewîmîne û her demê jî Ardil di serdemên wiha girîng de cihê xwe girtiye.
Seyhan got, niha jî berxwedaneke dîrokî heye û bar dikeve ser milê her kesî. Seyhan îşaret bi hestyariya malbata xwe kir û got, teqez wê berxwedêr bi ser kevin: “Rojiya mirinê çalakiyek e ku vegera wê tine ye. Weke her malbatê em bi fikar in û dilê me li Gebzê lêdide. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne û divê ev daxwazên milyonan bên dîtin û bersiva wan bê dayîn. Ardil çi qasî xwişka min be, ew beriya vê, şervaneke rêxistinê ye. Em li hemberî vê çalakiyê rêzdar in. Em deyndarên dîlên azadiyê ne ku em îro nikarin ji qîrîna wan re bibin bersiv û vê çalakiyê bikin rojeva raya giştî.”
Seyhan destnîşan kir ku çawa di salên 1982’an de Hayrî, Kemal, Mezlûm û hevrêyên wan li ber xwe da û bi ser ketin, îro jî teqez wê berxwedêr bi serbikevin: "Em bibin dengê dîlên azadiyê. Ev bêdengî me ditirsîne. Çi hewce be, em amade ne bikin. Divê êdî em rabin ser lingan. Bêyî berdêlan serketin ne mumkin e. Bang li hemû dê û bavan, gelê Kurd dikim, bila her kes rabe ser lingan. Ji destê kê çi tê divê bike. Ez bang li partî, rêxistinên sivîl û welatên dadê yên Ewrûpa dikim, beriya mirov bimirin em bibin dengê wan da ku daxwazên wan pêk bên."
AMED