Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV û mijarên di rojevê de nirxand. Bayik got, “Tirkiye konseptekê bi cih tîne. Ev yek, konsepta dijberiya Kurd, dijberiya PKK’ê ye. Li Bakur şerekî bêsînor tê meşandin. Di dîroka Tirkiyeyê de ti carî li hemberî Kurdan şerekî bi vî rengî nehatiye meşandin.
‘Tirkiye nikare pêşiya Kurdan bigire’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser êrîşên li her çar aliyên Kurdistanê li hemberî Kurdan tê kirin û got, “Tirkiye çi dike bila bike, wê nikaribe pêşî li Tevgera Kurd bigire, nikaribe tesfiye bike. Kî bixwaze tesfiye bike, ew ê bixwe tesfiye bibe. Yên ku beriya niha xwestin tesfiye bikin ketin çi halî, wê Erdogan û Davûtoglû jî bikevin nava heman rewşê. Wê rewşa wan ji yên beriya xwe nebaştir bibe.”
Dixwaze Kurda bera hev bidin
Bayik di dewama axaftina xwe de bal kişand ser qewimînên li herêmê û got, “Eger hinek li Bakur û Rojava dijminatiyê dike, li Başûr nabe dost. Divê were zanîn ku ev yek taktîk e. Dixwaze yekîtiya Kurdan parçe bike. Dixwaze Kurdan li hemberî Kurdan bide şerkirin.”
Bayik bang li gelê Başûr kir
Cemîl Bayik diyar kir ku pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî bicihbûna leşkerên Tirk derkeve û wiha pê de çû: “Ne tenê ji aliyê propagandayê ve, girîng e li her derê li dij derkeve û ev yek mafê wan e. Ji ber ku Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dixwaze destketiyên Başûr ji holê rake.
Kurd niha li hemberî dewleta Tirk çi bike mafên xwe ye û rewa ye. Ji ber ku wana dixwazin Kurdan ji holê rakin. Mafê Kurdan e ku ji bo parastina xwe û xaka xwe tiştekî bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN