
Têkoşîna gelê Kurd, ji zimanê Kurdî re jî deriyek nû vekir. Sal bi sal zimanê Kurdî jî bi pêş ket, di warê nivîskî de berhemên nû hatin afirandin. Li qadên gerîla jî tevî hemû zor û zehmetiyan ev xebat bi fedakariyeke mezin hate meşandin. Ji destpêka pêvajoya têkoşîna çekdarî ve her çiqas cihekî cuda ji bo weşan û çapemeniyê re hatibe veqetandin jî, di destpêka van pêvajoyên de li ser navê weşangeriyê xebateke Kurdî ya berbiçav nîne. Her çend cih bi cih weşan û kovarên taybet ên gerîlayan hatibin amadekirin jî, di astekê de ku bersîvê bide pêdiviyan bi pêş neketiye. Di nav gel de li dewsa weşanên nivîskî, propagandaya devkî hatiye meşandin. Qedexeya li ser Kurdî pêşî li xebatên nivîskî yên Kurdî girtiye. Gel her çiqasî bi Kurdî biaxive jî beşeke mezin a gel bi piranî nikarîbû bi Kurdî bixwîne û binivîse. Li qadên gerîla jî di salên destpêkê de weşanên nivîskî zêde nebûn. Sedemên vê yên bingehîn, dijwariya şer a li meydanên Bakur e. Ji ber vê yekê xebatên bi zimanê Kurdî bi însiyatîfa kesan nemeşiyaye. Rojnivîskên gerîla û nirxandinên wan di asteke pir qels de mane.
Derketina Serxwebûnê
Di weşangeriyê de kovara Serxwebûn cihekî girîng digire. Hejmara yekem di Cotmeha 1978’an de derket û ev 31 yek sal in tevî her aliyên ku Kurd lê hene xwe digihîne warên gerîla jî. Tevî vê yekê hin weşanên din ên li Ewropa û li parçeyên Kurdistanê hatine çapkirin jî ji gerîla re hatine şandin.
Destpêkirina weşana MED TV, çawa ku li ser gel bandoreke erênî kiriye, li ser gerîla jî heman bandor kiriye. Bi televîzyonên Kurdî re zimanê Kurdî hîn zêde hatiye bikaranîn û pêşengiya bipêşxistina ziman kiriye. Ji ber vê yekê ji çiyê piştgiriyeke mezin ji vê weşanê re hatiye dayîn. Ev pêwîstî û hewldan hîmê weşana Kurdî ya li çiyê ava kiriye. Ango pêwîstiya di vî warî de her roj zêdetir xwe ferz dike.
Weşangeriya çiyê
Bi vê ve girêdayî sala 2000’î, Yekîtiya Rewşenbîrên Demokratîk hat damezrandin. Li ser navê weşangeriya çiyê vê saziyê bi dewreke mezin rabû. Nivîs û xebatên berê yên gerîla êdî ji aliyê vê saziyê tên berhevkirin û ji bo çapê tên amadekirin. Pirtûkên wek ji nivîsên bîranîn û rojnivîskên gerîla yên nîv bi Tirkî, nîv jî bi Kurdî pêk tên, ji aliyê vê saziyê ve tên çapkirin. Her çiqasî ev sazî di asteke girîng de li ser navê weşanê bi rolekê rabe jî nikare bi qasî tê xwestin bersîvê nade pêdiviyên weşana Kurdî. Ji lewre pêdiviyên di vê mijarê de bi awayekî berfireh xwe her roj zêdetir ferz dikin.
Li gorî van pêdiviyan, di yekemîn Konferansa HPG’ê de, biryara derxistina kovareke leşkerî tê girtin. Di Cotmeha sala 2001’ê de kovara bi navê ‘Artêş’ dest bi weşanê dike. Ev kovar Îlona sala 2003’an bi mehane tê çapkirin. Çend meh piştre li ser perspektîfên Rêber Apo ku di hevdîtina xwe ya 21’ê Çileya 2004’an de diyar kiribû, kovara ‘Parastina Gel’ di Sibata 2004’an de dest bi weşana xwe kir. Ev kovar destpêkê bi Kurdî, Farisî, Tirkî û Erebî tê çap kirin. Vê gavê bi giranî Kurdî, ligel vê bi beşên xwe yên Tirkî û Erebî ve weşana xwe mehane didomîne. Amadekariya kovarê ji aliye Navenda Ragihandina Çapemeniya HPG ve tê kirin.
Kovarên Kurdi
Kovara bi navê ‘Tanriça Zîlan’ di sala 2001’an de ji aliyê çapemeniya PAJK’ê ve tê amadekirin û dest bi weşana xwe dike. Heta roja me ya îro weşana xwe ya mehane berdevam dike.
Kovara bi navê ‘Star’, di sala 2003’an de ji aliyê çapemeniya YJA STAR ve tê amadekirin û dest bi weşana xwe dike. Heta roja me ya îro weşana xwe ya mehane berdewam dike.
Kovara bi navê ‘Komunar’ di serê sala 2006’an de ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdulah Ocalan ve tê amadekirin. Destpêkê mehane, piştre bi çapa xwe ya sê mehan carekê ve hîna weşana xwe didomîne.
Kovara bi navê ‘Mizgîn’, di dawiya sala 2013’an de ji aliyê saziya TEV-ÇAND´ê ve tê amadekirin û dest bi weşana xwe dike. Heta roja me ya îro bi weşana xwe ya sê mehan carekê ve xwe digihîne xwendevanên xwe.
Pêşketina weşangeriyê
Ligel van kovaran her meh bi sedan pirtûk, broşur û materyalên curbecur ên leşkerî-bîrdozî-zanistî têne amadekirin û çapkirin. Çapkirina van hemû materyalan ji aliyê Çapxaneya Roj û Çapxaneya Azadî ve tê kirin. Weşangeriya çiyê îro di asteke wisa de ye ku ji hemû pêkhateya têkoşeran re bi hêsanî bibe bersiv. Heta gelek caran ji derve re û ji qadên ku nû ji bo têkoşînê vebûyî re jî pirtûk, kovar û hwd. tên şandin. Gihiştina weşangeriya çiyê a asta jor, bêguman jixweber nebû. Van karan di nava derfetên pirr kêm de dest pê kiribû. Bi prînter û makîneyên fotokopiyê, bi rojan dihate hewldan ku çend pirtûk û kovar werin çapkirin. Yeko yeko komkirina wan pelan, hemû bi dest bi hev ve zeliqandin, zimba kirin û hwd. bi rastî jî kareke pir zehmet bû, wisa her kesî/ê nikaribû xwe bida ber. Sebr û kedeke mezin jê re diviya. Rêyê ji wê kêmderfetiyê dest pê kiribû lê belê îro li çiyê kovar û pirtûkên rengdar têne çap kirin. Bi taybet jî di salên dawî de ji bo ev berhem bigihin hemû gerîlayan û qadên din xebatên weşangeriyê êdî hîn bi berfirehî û bi rekûpêk tên meşandin.
Aliyê kêm mayî
Di pêşketina weşana Kurdî de divê mirov rol û xebatên Saziya Ziman jî ji nedîtî ve neyê. Di warê radyo, weşana nivîskî û weşana dîtbarî de kadroyên vê saziyê di asteke jor û bi fedakariyeke mezin tevlî xebatan bûn. Îro jî ev xebat hîn bi berfirehî tên meşandin. Her wiha saziya Ronakbûn û Zanistê û şaxên wê jî bi heman rengî bûn xwedî rol.
Bêguman bandora van weşan û xebatan li ser tevahiya şervanên azadiya Kurdistan, nemaze jî li ser gerîlayên li Qadên Parastina Medya heye. Ji lewre van xebatan di warê zimanekî hevpar de bi rolekesereke rabûn. Tevî van hemû xebat û hewldanan, aliyekî girîng ê zindîkirin û bikaranîna ziman kêm dima. Ji bo bikaranîna zimanê zikmakî xebateke berfireh pêwîst bû. Perspektîfeke ku girîngiya pêşketina ziman di her warî de di asta hebûn û tunebûna gel û mirov de binirxîne pêwîst dikir. Zimanê dayîkê hîmê şoreşê û rojên pêş saz dike, hebûna gelekî ye. Rêber Apo jî paraznameya xwe ya dawî ya bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” vê destnîşan dike. Rêber Apo di vê parêznameya xwe de wiha dibêje: “Ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, ku bûye xwedî îfade. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêş de biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. wekî din, çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê wateyê, ewqasî hatiye mêhtin, qirkirin û asîmîlekirin.”
Dema îro em li pêkhateya şervan û fermandar, tabûr û yekîneyan dinêrin, xwedîderketin û bikaranîna Kurdî di asteke mezin de ye.
Ev xebat li ser hemû aliyên jiyanê bi awayekî erênî bandorê dike. Bi temamî nebe jî zimanê jiyanê bi giranî Kurdî ye. Fermiyet, civîn û perwerde her wiha. Li hin yekîne û tabûran perwerde weke du beş (Kurdî-Tirkî) jî be, bi giranî bi zimanê Kurdî ye. Îro li çiyayên Kurdistanê weşangerî û zimanê Kurdî gav bi gav bi pêş dikevin û ji bo dahatûyê jî bi hezaran mîrateyên zêrîn li pey xwe dihêle.
FERZAD MEDÎ