Li gor ajansa IRNA’yê, derhêner Mihemed Riza Eynî derbarê serpêhatiya jiyan û raboriya karê hunerî yê koma navdar Kamkaran de filmek dokûmenterî yê 90 xûlekî yê bi navê ‘’Kamkaran’’ çêdike.

 

Vê carê qebûl kirin

Derbarê berhema vê karê dokûmenterî de Serpereştê Koma Kamkaran Hoşeng Kamkar got: ‘’Beriya niha jî çend caran derhênerên cûda, ji bo çêkirina filma Kamkaran pêşniyar kirin. Lê belê jiber nîgeranî û her wiha hestyariyên min, ev yek pêk nehat.’’

 Hoşeng Kamkaran diyar kir ku di havîna îsal de piştî ku derhêner Mihemed Riza Eynî naskirine û wî jî pêşniyar kiriye ku filma Kakmaran derbîne, wan weke kom ev yek nirxandine û qebûl kirine.

 Derbarê mijarê de derhêner Mihemed Riza Eynî jî got: ‘’Hemû hewldanên me ji bo derhênana fîlmek baş û guncaw e ku hêjayê koma Kamkar be.’’

Koma mûzîkê Kamkar ji malbata Kamkaran pêk tê û ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne. Berdevkê komê Hoşeng stranbêj û defjene, Pêşeng jenyerê sentûrê ye, Erdeîr jenyerê kemanê ye, Bîjen Kamkar jî jenyerê def û stranbêj e. 


 TEHRAN