Li gorî ajansa IRNA’yê, derhêner Mihemed Riza Eynî der barê serpêhatiya jiyan û raboriya karê hunerî yê koma navdar Kamkaran de filmek dokûmenterî yê 90 xûlekî yê bi navê ‘’Kamkaran’’ çêdike.

Der barê berhema vê karê dokumenterî de Serpereştê Koma Kamkaran Hoşeng Kamkar wiha got: ‘’Beriya niha jî çend caran derhênerên cûda, ji bo çêkirina filma Kamkaran pêşniyar kirin. Lê belê jiber nîgeranî û her wiha hestyariyên min, ev yek pêk nehat.’’

 Hoşeng Kamkaran diyar kir ku di havîna îsal de piştî ku derhêner Mihemed Riza Eynî naskirine û wî jî pêşniyar kiriye ku filma Kakmaran derbîne, wan wekî kom ev yek nirxandine û qebûl kirine.  Der barê mijarê de derhêner Mihemed Riza Eynî jî ev tişt got: ‘’Hemû hewldanên me ji bo derhênana fîlmek baş û guncaw e ku hêjayê koma Kamkar be.’’

Koma muzîkê Kamkar ji malbata Kamkaran pêk tê û ji kurdên rojhilatê Kurdistanê ne. Berdevkê komê Hoşeng stranbêj û defjene, Pêşeng jenyerê sentûrê ye, Erdeîr jenyerê kemanê ye, Bîjen Kamkar jî jenyerê def û stranbêj e. 


 SERVÎSA NÛÇEYÊN ÇANDÊ