Şeş şervanên YPG´ê yên ku di berxwedaniya Kobanê de birîndar bûbûn û bi rengekî fermî di Deriyê Murîşt Pînar yê Kobanê re ji bo dermankirinê derbasî bakûrê Kurdistanê bûbûn, Dewleta Tirk 6 şervanên YPG’ê di deriyê Bab El Hewayê yê li Idlîbê re radestî çeteyên El Nusra kirin. Têkildarî mijarê Serokê Desteya Parastinê li Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen ji Ajansa ANHA’yê re axivî.


Li cem Dewleta Tirk xiyanet rêûresm e

Şêx Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van kiryarên xwe ne dûr e, her çi qas ji dewletên cîranên xwe re xiyanet kiriye û mînaka wê jî  Egît Hisên Hermûş yek ji fermandarên Artêşa Azad e ku dema derbasî  Tirkî bûbû, lê dewleta Tirk navê cîrantiyê neparast û hevpeyman bi rêjîma Sûriyê re çêkir û ji ber ku Hisên Hermûş ne li gorî berjewendiyên dewleta Tirk bû, bi rengekî  xiyanetê radestî rêjîma Sûriyê kir û wiha dewam kir: “Mixabin muxalefeta Sûriyê jî ya niha li Stenbolê dimînê ev tişt qebûl kir û dibêje, dewleta Tirk piştgiriya şoreşa Sûriyê dike û îro dewleta Tirk bi navê Tirkmanan derbasî nav erda Sûriyê dibe careke din muxalefeta ku xwe dike xwediyê Sûriyê, tu deng ji wan derneket.”

Şêx Hesen got, dema şervanên YPG´ê radestî çeteyên El Nusre kirin, ti ferqa El Nusra û çeteyên DAIŞ´ê ji hev tune û her dû jî hêzên terorîst in û cîhan hemû jî dizane ku ev her du hêz bi kuştin û serjêkirina mirovan tên naskirin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk jî tevî ku bi van hemû tiştan dizane,  şervanên me yên birîndar bi rengekî ne exlaqî radestî çeteyên El Nusra kirin, lê ev kiryara dewleta Tirk ti caran nayê qebûlkirin.”


"Dewleta Tirk li dijî terorê şer nake"

Şêx Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk ti caran şerê li hemberî hêza terorê nekir, lê tenê di çapemeniya xwe de tînê ziman û şerê terorê dike. Di rastiya xwe de dewleta Tirk ti caran şer li hemberî hêzên terorîst nekiriye û bi taybetî jî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û El Nusra. Îsmet Şêx Hesen axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk dixwest di bin navê şerê terorê de, careke din komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk bînê û mînaka wê jî ew komkujî ne ku li Pirsûsê û li gundên Qendîlê pêk anî û di encamê de bi dehan ji sivîlên me jiyana xwe ji dest dan.”

Şêx Hesen da zanîn ku li gorî pîvanên navneteweyî  birîndar û dîl nayên radestkirin û wiha peyivî: “Me bi rengekî fermî şervanên YPG’ê di deriyê Murştpînar yê di navbera Tirkî û Kantona Kobanê de şervan derbas kirin, ne bi rengekî ne fermî derbasî Tirkî bûne. Lê dewleta Tirk hemû pîvanên navnetewî yê girêdayî şeran  binpêkirin û şervanên me radestî çeteyên El Nusra kirin. Lê çeteyên El Nusra û DAIŞ´ê ne tenê dijminê gelê Kurd in, dijminê hemû Cîhanê ne, Fransa li ber  çavê her kesî ye.”


"Divê saziyên navneteweyî li bûyerî bikolin”

Şêx Hesen ragihand tenê di çapemeniyê de behsa mijar wisan têrê nake û ku mirov şermeza bike û wiha domand: “Pêwîst e îro hêzên navneteweyî û bi taybetî hêzên ku xwe weke parêzvanê mirovan dibin li ser vê bûyerê rawestin û vê bûyerê lêbikolin, çima hatin radestkirin? Kesên ku hatin radestkirin şerê kê dikirin? Kesên ku hatin radestkirin piştgiriya cîhanê hemûyî kirin.”

Hesen destnîşan kir ku pêwîste îro gelê Tirkî taybet ji bo vê bûyerê rabê serhildanan, ji ber ku îro ev hêzên terorê li Rojava şer dikin wê siba li Tirkî jî şer bikin.

Serokê Desteya Parastinê  li Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen di dawiyê de bang li hemû hêzên navneteweyî  û hêzên mafê mirovan kir ku li hemberî vê bûyerê  bê deng nemînin û bang li ciwanan kir tevlî nav hêza YPG´ê bibin, da ku welatê xwe biparêzin.



KENDAL CÛDÎ/ANHA / KOBANÊ