Gerînendeyê Nûçeyan, rojnamevan Yaşar Aksû û koordînator- edîtorê Radyo Rengîn Ramazan Kaya têkîldarî mijarê agahiya ‘’Em ê tevî bernameyên heyî û hin yên ji bo wateya rojê taybet, tevahî pêşkeşvaniyê bihêlin ji jinan re. Wek Komîteya Weşanê ya Radyo Rengîn, me beriya niha bi çend rojan ev biryar da. Piştre me bi hevalên jin re ev biryar parve kir û piştî ku pir bal kişand me tevlî hevalên di vê projeyê de cîh bigirin, prove kirin. Ji bo girîngiya roja jinê me konsepta weşanên xwe bi tevahî kire reng û dengê jinê. Ew wek xebatkarê Radyo Rengîn ê ked dayîn vê sazûmaniya bêhempa, weşanên di 8 Adarê de diyarî hemû jinên tekoşer û kedkar dikin. Bi vê firsendê me xwest em balê bikişînin ser keda jinê û mêr jî êdî li beranberî jinan bi hesasî nêzîk bibin.’’
MÊRDÎN