Roja 1'ê Îlonê radyoyek nû a bi navê "Dengê Kurdistan" dest bi weşanê dike. Ev qenala radyoyayê li seranserî Kurdistan û Rojhilata Navîn wê karibe were guhdarkirin. Radyoya Dengê Kurdistan, ji aliyê Weqfa Medyaya Kurdî SKM ve ku di heman demê de xwediyê Newroz TV ye hatiye avakirin.
Weqfa Medyaya Kurdî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Radyoya Dengê Kurdistan wê ji 1'ê Îlonê pê ve, rojane bi hemû zaravayên Kurdî weşanê bike û wê cihek berfireh bide nûçe, bernameyên çandî, hunerî, siyasî, civakî û dîrokî. Radyoya Dengê Kurdistan wê rojane li ser pêla kurt û frekansa 11 hezar û 510ê weşanê bike. 

 FRANKFURT