Serokê Herêma Kurdistan, Mesûd Barzanî, aşkare kiribû ku planeke hikûmeta Iraqê ku bi serkêşiya serokwez3ir Nûrî el Malikî têmeşandin heye. Di vê planê de dixwazin ku Kurdan bê bandor bikin û pêwirdariyê ku di destên wan de hene jî kêm û qels bikin. Her wiha li gorî planê hikûmet xwe amade dike ku Kurdan bi zora balefirên şer ên F 16 û tang û topan ji Hewlêrê derxînin. Lewre jî Kurdan metirsiyên xwe ji avakirina dîktatoriyeke din a li şûna Sedam ku serkêşiya wê Malikî dike tîni ziman û dixwazin pêşiya vê plana qirêj a li dijî Kurdan bigirin.
Barzanî, bo rojnameya Heyata Londonî ragihand kû piştî vegera wî bo Kurdistanê, kombûnekî bi lezgîn bo serkirdeyên Iraqê dê encam bidin, dibe kû dawî bi kêşeyên niha yên meydana siyasiya Iraqê were, weha jî got kû egerê retkirina wê ji aliyê Malikî ve heye yan jî nehatina wî li beramberî vê, emê jî wî weke serokwezîrên Iraqê ret bikin.
Sedr piştgirî da
Muqteda Sedir ragihand ku her Kurdekê maf û para xwe ya ji petrolê heye û Hikûmeta İraqê nikare rê li ber wan bigre.
Serokê Tevgera Sedir û yek ji kesayetên Şîeyan di bersiva yek ji alîgirên xwe ya derbarê aloziya şandina petrolê ya navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de got: “Her Kurdekê maf û para xwe ya ji petrolê heye.” Sedir bal kişand ser wê yekê ku mafê Hikûmeta İraqê nîne rê li ber Kurdan bigre.
Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir got: “Madem petrola İraqê ji bo İraqê ye, pêwîste beşa her ferdekê hebe.”
BEXDA