Şanoger û aktor, Serbest Ehmed diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê huner di nava qeyranê de ye û berhemên hunerî gelekî lawaz in. Serbest rexne li ragihandinên Başûr jî kir û got, ragihandinên Başûr tenê girîngiyê bi berhemên biyanî didin: “Ti plan û projeyeka Wezareta Rewşenbiriyê ji bo rêvebirina rewşenbiriyê nîne.”
Serbest li ser semsariya ragihandina Başûrê Kurdistanê ya li ser hunerê Kurdî jî axivî û got; “Kanal û ragihandinên Kurdî li hemberî derhêner, hunermend û berhemên Kurdî gelek xemsar in. Bi qasî ku girîngiyê didin bi dublaj, çand û hunerê welatên biyanî, ewqasî girîngiyê nadin bi berhemên Kurdî. Ti plan û projeyeka Wezareta Rewşenbiriyê ji bo rêveberina rewşenbiriyê nîne.”
Şanoger û aktor Serbest Ehmed ku niştecihê bajarokê Kelare di dawiyê de got; “Heger girîngiyek pê bê dayîn jî tenê li navendên xwe vê yekê dikin, balê nakişînin ser bajarok û navçeyên din. Bajarok û navçeyên din hemû tijî çîrok û karên hunerî ne.”
ROJNEWS / GERMIYAN