
Pirtûka rojnamevan-nivîskar Ekrem Sûnar a bi navê ‘Bi gotinên Mazlum, Kemal û Hayrî re; Raketina li Mirinê’ û pirtûka wî ya bi navê ‘Hesret’ ya ku parçebûna Kurdên li Sûriyeyê û Tirkiyeyê vedibêje wê di 12-17’ê Gulanê de li Amedê bigihêje xwendevanên xwe. Pirtûka Ekrem Sûnar cara yekemîn li Amedê li Qada Jiyana Hevbeş a Sumperparkê bigihêje xwendevanên xwe.
Nivîskar Sûnar, danişînên girîng yên doza sereke ya PKK’ê yên li Dadgeha Leşekrî ya Rêveberiyateng a Hejmar 2 a Fermandariya Kolordu a 7. du salan berdewam kir û Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Mazlum Dogan, Mustafa Karasu, Akîf Yilmaz, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Alî Çîçek jî di nav de, dihatin darizandin, kir pirtûk.
Pirtûka ji weşandxaneya Do derket bûyerên mirin û îşkenceyê yên li girtîgeha Amedê hatine jiyîn vedibêje û runiştan îlankirina mirina rojiyê ya 14’ê Tebaxa 1982’an a Hayrî Durmuş, sansura li ser rojnamegeran, sekna kadroyên pêşeng yên PKK’ê, nêzîkatiyên li dijî girtî û parêzeran, bi awayekî berfireh vedibêje.
Doza PKK’ê ya1981’ê
Sûnar pirtûka xwe bi îdianame, girtekên dadgehê û qeydê runiştinê, xurt dike. Di pirtûkê de tê nîşandan ku ji bo bala rayagiştî bikişînin ser doza sereke ya PKK’ê ya di 13’ê Nîsana 1981’ê de destpêkiriye, di TRT’ê de dîmenên dîj propagandayî hatiye weşandin. Di pirtûkê de tê vegotin ku di bernameyê de dîmenên ji axaftinên Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş û hevalên wî cih digirin û ev bername di navbera 28’ê Adar- Nîsana 1981’ê de hefteyekê di TRT-TV beriya nûçeyên êvarê hatine weşandin.
32 sal derbas bû
Sûnar da zanîn ku kesên wê demê derxistine bernameyê di nav de şaredarê Hîlwanê Veysî Bayik jî heye, gundî, esnaf, mamoste, memur û jin wek mexdurên terorê hatine nîşandan.
Sûnar da zanîn ku tevî ku di ser van danişîn û hovîtiyên li girtigeha Tîpa E ya Amedê hatine jiyîn de 33 sal derbas bûye jî hîna, di hişan de tezeye û armanca amadekirina pirtûkê wiha vedibêje: “
“Di ser damezrandina PKK’ê de 40 sal derbas bû. Darizandina endamên rêxistinê yên cara yekem di 13’ê Nîsana 1981’ê de derketin pêşberî darazê di 24’ê Gulana 1983’an de bi encam bû. Min wek rojnamegerekî di beşeke mezin a runiştinên mijara gotinêye de, darizandin û îfadeyên endamên rêxistinê temaşe kir. Kadroyên pêşeng di mijara ‘pirsgirêka Kurd de’ wek konferansekê îfade dan heyeta dadgeha leşkerî. Di ser de 32 sal derbas bû. Di vê pêvajoyê de têkildarî ‘armanc û gotinan’ de gelek tişt her tim bûn mijara mereqê. Ji ber ve mereq kêm be jî bê rakirin, min bi belge û notan agahî berhvekirin û ev kir pirtûk.”
Hesreta Kurdan naqede
Ekrem Sûnar di pirtûka xwe ya bi navê ‘Hesret’ de jî, jiya Kurdên li Tirkiye-Irak û Suriyeyê dijîn vedibêje. Sûnar di pêşgotina pirtûka xwe de wiha dibêje: “Di ser peyamana Enqereyê (1921-1926) ku Kurdên li Başurêrohilatê Tirkiyeyê dijiyan, bi xaka wan re di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de parçebûne de, 89 sal derbas bû. Di nava vê demê de Kurd ji ber parçebûnê her tim ‘salên hestiyar’ jiyane. Di salên bi êş de bêyî bigihêjin hev, hev û din bibînin, ev cîhan derket kirin. Jiyana wan winda bû.” Her wiha di pirtûkê de gelek mijarên din cih digirin û zextên rejîma BAAS jî tên vegotin.
ANF/AMED