Dewleta Elman penaberê Kurd yê bi navê Ramazan Akmese dixwaze di ser Ljubjana (Slovenya) re dersînorî Bulgaristanê bike. Biryar bû ku Akmeşe doh ji Balefirgeha Frankfurtê bê dersînorkirin. Li dijî vê ji civaka sivîl protestoyek li balerfirgehê bi rê ve çû û di encamê de Akmeşe tevî ku di wargeheke penaberan a Nurnbergê de ragirtiye jî, nehat dersînorkirin. Ramazan Akmeşe ji ber rewşa siyasî ya li Kurdistanê neçar mabû, ji cîh û warê xwe koçber bibe û doza mafê penaberiyê kiribû li Elmanyayê. Akmeşeyê ku endamê HDP´ê bû û bi îdîaya endamê rêxistinê ye, bi daxwaza 8 sal cazaye girtîgehê, doz lê hatibû vekirin. Lê tevî vê yekê jî doza penaberiyê ya Ramazan Akmeşe nehat qebûlkirin û biryara dersînorkirina wî li Elmanyayê hat dayîn. Li dijî vê biryara dewleta Elman, komeke ji 8 kesan li Balafirgeha Frankfurtê çalakiyeke protestoyî pêk anî. Van kesan li pêşiya cihê siwarbûna balefira ku Akmeşe diviyabû pê bê dersînorkirin, belavok bi Ingilîzî û Elmanî belav kirin. Di belavokê de li ser rewşa siyasî ya li Kurdistan û tirkiyeyê, û zilma dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd agahî hatin dayîn, helwêsta dewleta Elman ya li dijî penaberan jî hat şermezarkirin. NAVENDA NÛÇEYAN