Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ji bo aktîvîstê Kurd ê 24 salî Ramîn Huseyîn Penahî ku cezayê îdamê lê hatiye birîn, nameyek ji Sefîrê Bilind ê Îranê Mohammed Ebrahîm Taherîan Fard re şand.

Hevserokan di nameyê de tirs û fikarên xwe yên li ser rewşa Penahî eşkere kirin û destnîşan kirin ku darizandina Penahî li pîvanên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî nayê.

Bûldan û Temellî bi navê bi milyonan Kurd û demokratên li Tirkiyeyê bang kir ku cezayê îdamê yê li Penahî tavilê bê betalkirin û li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî bi rengekî adîl bê darizandin. Hevserokan bang li Komara Îslamî ya Îranê kir ji bo guh bidin vê banga wan a ji bo Penahî.

Rewşa wî ne baş e

Her wiha parêzerê Ramîn Hisên Penahî raginahd ku rewşa wî ya tenduristî jî xirab e û berpirsyarên girtîgehê wî nabin nexweşxaneyê.

Li ser rewşa Ramîn parêzerê wî Hisên Ehmedî Niyaz di daxuyaniyekê de behsa rewşa tenduristiya Ramîn û metirsiya bi darvekirinê kir.

Ehmedî diyar kir ku gurçika çep a Ramîn îltîhap girtî ye û gelek diêşe û got; “Min daxwaz kir ku doktor biçin ser Ramîn û raporek derbarê rewşa tenduristiya Ramîn de min amade kir. Min li gorî wê raporê daxwazên xwe radestî dadgehê kirin ku Ramîn bişînin nexweşxaneyeke derveyî girtîgehê. Lê hê jî ev yek pêk neanîne. Her roja diçe rewşa gurçikên Ramîn ber bi xirabûnê ve diçe.”

Metirsî zêde ye

Parêzerê Ramîn anî zimên ku Ramîn li hemberî qedexekirina serdanan nerazîbûna xwe aniye ziman. Her wiha parêzer Ehmedî got; “Metirsiya darvekirinê ya li ser Ramîn zêde bûye, ji bo vê pêwîst e kesên aştîxwaz, hewlên wan hemû li dijî darvekirinê bin û hilweşandina cezayê Ramîn bin.”

Bi rengekî demkî hatibû taloqkirin

Penahî 23’ê Hezîrana 2017’an di kemîna Mûxafizên Şoreşê de bi birîndarî dîl hatibû girtin. Penahî ku ew tenê bi saxî ji êrîşê filitî, çek pê re tine bû. Behzad Nûrî, hamed Seyf Penahî û Sabah Huseyîn Penahî di kemînê de hatibûn kuştin. Bi îdîaya “endametiya rêxistina Komala” cezayê îdamê li aktîvîst Penahî hatibû birîn û Dadgeha Bilind a Îranê jî destpêka meha Nîsanê biryara îdamê pejirandibû. Tirs û fikar hebûn ku Penahî hefteya destpêkê ya meha Gulanê bê îdamkirin. Lê ji ber nerazîbûna zêde, darvekirina Penahî bi rengekî demkî hatibû taloqkirin. Rayedarên Îranî ji malbata Penahî re ragihandibûn ku wê piştî cejna Remezanê bê darvekirin. Dibe ku Penahî di her kêliyê de bê darvekirin. Ji bo rakirina biryara îdamê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî bang kiribûn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN