Ji Almanya heta bi Awûstralyayê û heta bi Rûsya û Kanadayê li bi dehan navendî Kurd û dostên xwe li dij teroka AKP'ê ya ser Cizîrê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de peyama 'Cizîr ne bi tenê ye' hate dayin û ji sazî û hêzên navneteweyî hate xwestin ku li dij Terora AKP'ê û tevkujiyên wê bikevin nava hewldanan. 

Li gelek navendên Elmanyayê bi çalakiyan berxwedana Cizîrê Botan hat silavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.


BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, bi pêşengiya NAV-DEM'ê, komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin. Bi beşdariya 2000 kesan li Alexanderplatzê bi vê armancê meşekê destpê kir. Di meşa ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de li Brandenbûrger Tor bi dawî bû. Tevî MLPD, Dîe Lînke û Kurdistan Solidaritaetskomitee yên Elman HDP-Berlîn, ESP, AGÎF, Partîzan, MLKP û Proleterya Şoreşger beşdarî çalakiyê bûn.


OFFENBÛRG: Li Offenbûrgê, berxwedana Cizîrê hat silavkirin, komkujiyên dewleta Tirk û êrîşên li hemberî HDP'ê hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku 300 kes lê amade bûn de, dirûşmên "Dawî li komkujiyên li Cizîrê bînin", "HDP ne bi tenê ye", "Bijî piştgiriya şoreşger" û "Terorîst Erdogan, terorîst Tirkiye" hatin qîrîn. 


AÛRÎCH: Li Aûrîch, Ciwanên Azad bi beşdariya 150 kesî li Markplatzê açakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de welatiyên bi navê Fatma Saka, Velî Îcîger û Aslan Bozkûrt axivîn. Di axaftinan de hat ragihandin ku eger Ewropa bi hestyarî tevnegere ew ê jî ji komkujiyan berpirsyar be.


HAGEN: Di çalakiya li Hagenê de jî 400 kes amade bûn. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve hat organîzekirin û MLKP, ATÎK, Dergaha Elewiyan a Hagenê û Komeleya Elewiyan a derdora Hagenê, destek dan. Di çalakiyê de berxwedana Cizîrê hat silavkirin û hat destnîşankirin ku li hemberî êrîşên AKP'ê divê hemû şoreşger û welatparêz rabin ser piyan û dawî li faşîzma AKP'ê bînin.


HAMBÛRG: Di çalakiya li bajarê Hambûrgê de bi qasî 3 hezar antî faşîst û Kurd amade bûn. Girseya gel hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîrê li hemberî Kurdan dike, hat şermezarkirin. Di çalakiya bi Însiyatîfa Tatort Kurdistanê ve hat organîzekirin de berxwedana Kurdistanê, bi taybetî jî ya Cizîra Botan hat silavkirin. Meşa danê êvarê li semta Sternschanze destpê kir, li ber Girtîgeha Dammtor veguherî mîtîngê. 


KARLSRÛHE: Elman, Kurd û dostên wan ênli Lûdwîgsplatz a Karlsrûhe hatin cem hev, şîdeta AKP'ê ya li Cizîrê dimeşîne, şermezar kirin.


MANNHEÎM: Çalakiya li Mannheîmê ya ji aliyê pekhateyên HDP'ê ve hat organîzekirin bi beşdariya 1000 kesî pêk hat. Di çalakiyê de nûnerên AGÎF, ATÎK, DÎDÎF, ADHK, YDG, NAV-DEM û Die Linke axivîn û destnîşan kirin ku ew li pişt gelê li Cizîrê li ber xwe didin e.  Piştî mîtînga pêr a li Paradenplatzê, duh jî li heman cihî bi sedan ciwan kom bûn û bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok APo" re meşa nîjadperestên Tirk şermezar kirin.


KOLN: Meclîsên Jinan ên Koln û Bonnê, Balafirgeha Koln-Bonnê dagir kirin û êrîşên li Cizîrê şermezar kirin. Çalakî ji aliyê komek ji 100 kesan ve hat lidarxistin û tevî wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ, KJK, HDP û pankarta bi nivîsa "Li Tirkiyeyê komkujî li Kurdan tê kirin" hatin hilgirtin.


STÛTTGART: Platforma HDP'ê ya Stûttgartê, li Laûtenschlagerstrasse ya li bajarê Stûttgartê kom bû û êrîşên li Cizîrê û yên li hemberî HDP'ê şermezar kir. Di çalakiya ku zêdeyî 2 hezar kes lê amade bûn de, belavokên bi zimanê Elmanî, Tirkî û Kurdî hatin xwedin. Di axaftinên li vir de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku li dijî faşîzma AKP'ê piştgiriyê bidin gelê Kurd. 


KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê Kurdên li Meydana Asmûs Bremer civiyan, polîtîkayên hov ên dewleta Tirk ên li Cizîrê şermezar kirin. Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin de, dirûşmên "Şehîd Namirin", "Cizîr ne bi tenê ye", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Çalakiya ku gelek belavok le hatin belavkirin, bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.


AACHEN: Êrîşên AKP’ê yên di serî de li Cizîrê li tevayî Kurdistanê li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi girseyî hatin protestokirin. Di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Aachen de bi tevlîbûna şexsî ya ji PYD, YXK, MLKP û rêxistinên civaka sivîl girseya ji 400 kesî li ber Navenda Civaka Kurd kom bû, ber bi navenda bajêr Elisenbrunnen meşiya. Di dema meşê de dirûşmên, “PKK gel e, gel li vir e”, “Erdogan ji  Kurdistanê bicehime”, “Qatil Erdogan”, “Şehîd namirin” hatin gotin.


DRESDEN: 300 Kurdistanî û çepgirên Tirk ên li Dresden hatin gel hev, êrîşên li hember gelê Cizîrê bi meş û mîtîngekê şermezar kirin. Girseya ku li ser banga Meclîsa Civaka Demokratîk a Dresden  li Prager Straße kom bûn. Li vir piştî axaftinan meşê destpê kir. Girseya hat Albertplatz piştî mîtîngê belav bû.


WUPPERTAL:  Êrîşên li hember Cizîrê li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê hatin protestokirin. Kurdistan û dostên wan li City Arkaden kom bûn, komkujiyên derveyî mirovatiyê yên Erdogan û AKP’ê li Cizîrê pêk anîn hatin protestokirin. Di meşa ku Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Wupperta pêk anî, pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk jî amade bûn.


NURNBERG: Li bajarê Nurnberg ê Elmanyê Kurdistaniyan û dostên wan bi pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk re, Balafirgeha Nurnberg dagir kirin û êrîşên li Cizîrê şermezar kirin. Di çalakiya ku nêzî nîv saetê dewam kir, belavok hatin belavkirin û wêneyên têkildarî komkujiya li Cizîrê hatin hilgirtin.


GELSENKÎRCHEN:  Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê di pêşengiya Komeleya Alternatîf û TJK-E de darbeta faşîst a 12’ê Îlonê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîrê bi mîtîngekê hat protestokirin. Piştî axaftinan koma Şano ya Navenda Essenê zehmetiyên ku gelê Cizîrê jiyan bi lîstikekê hat nîşandan. 


DUSSELDORF: Li Dusseldorfê êrîşa dewleta Tirk a li hember Cizîrê di pêşengiya TJK-E û Ciwanên Azad de li Balafirgeha Dusseldorf bi çalakiya rûniştinê hat protestokirin. Piştî çalakiyê destpêkirin, faşîstan êrîşî girseyê kirin. Piştî aloziyeke demdirêj polîsan mudaxele kir. Polîsên ku koma faşîst belav kir, tedbîrên zêde yên ewlekariyê girtin, ji bo çalakî bi dawî bibe hevdîtin pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmen, “Qatil Erdogan”, “Duh Kobanê, îro Cizîrê”, “Faşîst Erdogan”bi Tirkî û Elmanê gotin.


PARÎS: Êrîşên li Cizîrê, li Fete de l'Humanite bi çalakiyeke bi kefen hatin şermezarkirin. Jinên Kurd ên kefenê bi xwîn li xwe kirin, bi dîmenên ji gelê li Cizîrê hat qetilkirin, li tevahiya qada festîvalê geriyan. Her wiha  li ser banga CDK-F, Kurdistanî û Tirkyeyî li Gare de L'est civiyan. Di çalakiyê de nûnerên saziyên Fransayê jî amade bûn. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer Tirkiye" heta Meydana Repûblîqûe meşiya û bi li xwe kirina kefen polîtîkayên qetlîamker ên Tirkiyeyê teşhîr kir.


MONTPELLÎER: Di meşa li bajarê Fransa Montpellîerê de, komkujiya li Cizîrê hat şermezarkirin û berxwedana gel hat silavkirin. Di çalakiyê de tevî Kurdistaniyan, endamên Partiya Komunûst a Fransayê û Ermenî jî amade bûn. Çalakger li ber Parka Peyroû civiyan û bi qîrîna dirûşmeyên "Kujer Erdogan", "Duh Kobanê îro Cizîr" komkujiya li Cizîrê şermezar kirin.


LORÎENT: Kurdistaniyên li bajarê Lorîent ê li rojavayê Fransayê dijîn, tevî dostên xwe li meydana Placa Aristide Briand danê êvarê civiyan û terora AKP'ê şermezar kirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku helwesta Erdogan û hikûmeta AKP'ê di dema dawî de li hemberî Kurdan ketiye rewşeke faşîzan.


STRASBOÛRG: Li bajarê Fransa Strasboûrgê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk û TJK-E, meşek ji bo destekdayîna berxwedana Cizîrê hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistaniyên li Meydana Kleberê civiyan, berxwedana gel a li Cizîrê silav kirin û êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan şermezar kirin. Tevî Kurdistaniyên ji bajarên Mulhoûse û bajarê Elmanya Kehlê, KCDE, AKM, ATÎK, DÎDF û Saziyên Dostên Kurdan jî cihê xwe di meşê de girtin.


LYON: Li bajarê Lyon ê Fransa, êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê bi mîtîngekê hatin protestokirin. Mîtîngeke ku Komeleya Çandê ya Mezopotamya ya Lyon û Navenda Çandê ya Elewiyan a Lyon organîzekirin pêk hat.   Di axaftinan de hat gotin timî li hember Kurdan û Elewiyan komkujî pêk tên. 

Di tevahiya çalakiyê de belavok hatin belavkirin. 


ROUEN: Li bajarê Rouen ê Fransa bi meşeke tevlîbûna nêzî hezar kesî, êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê hatin şermezarkirin. Di meşa ji Qada Sanzver heta Qada Katedral de êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê bi dirûşman hat protestokirin.

Li Qada Katedral jî mîtîngek hat lidarxistin. Çalakî bi daxuyaniya piştî rêzgirtinê hat dayîn bi dawî bû. 


BASEL: Li bajarê Swîsre Baselê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Swîsreyê (DEM-KURD), berxwedana li Cizîrê hat silavkirin û êrîşên AKP'ê hatin şermezarkirin. Meşa ku SYKP, MLKP, Komeleya Kurdên Elewî û PYD'ê destek dan, li Dreirosenparkê destpê kir. Li dû meşê li Marktplatzê mîtîngek hat lidarxistin û Kurdan û dostên wan banga "Yekîtiya li dijî faşîzmê" kirin.


DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollanda li ber Sefaretxaneya Tirk, bi şîara “Em bi te re ne Cizîrê, wê berxwedan qezenc bike” meşek hat lidarxistin. Hevparên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hollanda bi armanca silavkirina berxwedana Cizîrê çalakiyek li dar xistin. Nêzî du hezar kes tevlî meşa li ber Sefaretxaneya Tirk a li La Haye hat destpêkirin bûn. Di meşa ku heta Dîwana Edaletê ya La Haye dewam kir, êrîşên li Cizîrê û Tirkiyeyê li hember Kurdan hatin şermezarkirin. 


AMSTERDAM: Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê endamên Meclîsa Jinên Kurd a Rojbîn êrîşên li hember Cizîrê şermezar kirin. Çalakvanên ku kefen li xwe kirin, êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê protesto kirin. Li aliyê din Meclîsa Civaka Demokratîk a Amsterdam kanala Neteweyî ya Hollanda NOS ziyaret kir û têkildarî êrîşên li hember Cizîrê dosyayek pêşkêşkirin.  


VIYANA: Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, li ber avahiya Opera ya herêma yekemîn a Viyanayê civiyan û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê, êrîşên li dijî HDP'ê û destekkirina gelê Cizîrê yê zêdeyî hefteyeke di bin dorpêçiyê de ye, meşek lidarx istin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan" û "Bijî Berxwedana Cizîrê" ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiya. Li dû meşê, li qadeke nêzî konsolosxaneyê mîtîngek hat lidarxistin. 


LÎNZ: Li Lînzê jî Kurdistanî, rêxistinên çep û sosyalîst hatin cem hev. Di axaftina li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Awûstûrya Jorîn de hat ragihandin ku komkujî û hovîtiya ev 10 roj in dewleta Tirk li Cizîrê dike hatin vegotin. Li paytexta Viyana Awûstûrya, di pêşengiya Komeleya Jinên Kurd AVESTA de bi sedan Kurdistaniyan bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk li hember Kurdistanê çalakiya rûniştinê pêk anîn.


KOPENHAG: Li Kopenhag berxwedana Cizîrê hat silavkirin û êrîşên AKP’ê hatin protestokirin. Kurdistanî û Tirkiyeyî ji Vesterbros Torv heta Renbueplads meşiyan. Meş bi axaftinên li Renbueplads û stranên berxwedanê bi dawî bû.

Li Renbueplads piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarka, FEY-KURD axaftineke ku êrîşên nîjadperest AKP’ê û zîhniyeta wê tên şermezarkirin hatin kirin. 


OLSO: Li paytexta Norwêc Oslo li ber Wezareta Karên Derve ya Norwêcê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Di axaftin û dirûşmeyên li vê derê de komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir hat lenetkirin û bang li hikûmeta Norweçê hat kirin ku li hemberî vê rewşê helwestê nîşan bide. Girseya gel piştî çalakiya li vir ber bi avahiya qenala TV2 a Norwêcê ve meşiya, ket nava avahiyê û li vir çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakgeran raporek li ser rewşa li Cizîrê û Kurdistanê pêşkêşî redaktorê televîzyonê kirin û çalakî bi dawî bû.


TORONTO: Destekeke din a ji bo berxwedana li Cizîrê, ji Kurdên li bajarê Kanada Torontoyê hat. Meşa ji aliyê Meclîsa Gel a Toronto ve bi vê armancê hat organîzekirin, tevî baranê jî bi beşdariya bi sedan kesan pêk hat. Di çalakiyê de belavokên li ser polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk û berxwedana Cizîrê hatin belavkirin. Çalakgeran piştî axaftinan sirûda "Çerxa Şoreşê" bi hev re gotin û bi qîrîna dirûşmeyan belav bûn.


BRUKSEL: Li paytexta Belçîka, Brukselê Meclîsa Jinan a Şehîd Berîtan ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk li RTL TV çalakî pêk anîn. Çalakiyê  saetekê berdewam kir, piştre bi rayedarên TV’yê re hevdîtin pêk hat. Çalakvanan ji rayedaran re behsa polîtîkayên komkujiyê yên AKP’ê kirin û bi êrîşeke kontravarî bê çawa li Cizîrê 23 kes qetil kirin anîn ziman. Herwiha li ber Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakî hebû. Tevî saziyên Kurd nûnerên Goran, YNK û MLKP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. 


MELBOURNE:  Kurdistaniyan di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk (NAV-KURD) e,  li Qada Melbourne Fedarasyon çalakiyek pêk anîn. Navenda Çandê ya Anadolu (AKM), Komeleya Çandê ya Tirkiyeyiyan a Awûstralya (ATKD), Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Awûstralya, gelek nûner û endamên saziyan jî tevlî çalakiyê bûn. Girseya piştî çalakiyê ber bi Pirtûkxaneya Eyaletê ve meşiya banga hestyariyê li gelê Awûstralyayê kir. 

SOÇÎ: Kurdistaniyên li bajarê Soçî yê Federasyona Rûsyayê dijîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûn nîşanî komkujiyên AKP'ê yên li Kurdistanê dan.

Di civîna li salona konferansê ya otela Soçî Jemşuşîna de, Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Soçî Osman Yildiz, Serokê Organîzasyona Karsazên Kurd ên li Soçî Huseyîn Kaya, siyasetmedar Adîl Cotkar û gelek Kurdistanî amade bûn.


QIBRIS: Li Qibrisê, komkujiyên AKP li Cizîr û tevahiya Kurdistanê dike ji aliyê bi sedan kesî ve hat proteostkirin. Di çalakiyê de bêdengiya çapemeniya Tirk û cîhanê jî hat şermezarkirin. 


JAPONYA-SAÎTAMA: Kurdên li bajarê Japonya Saîtama dijîn, komkujiyên hikûmeta AKP'ê li Kurdan dike, şermezar kirin. Di daxuyaniya li ber avahiya komeleya Kurdan de, li dijî polîtîkayên zext û zordariyê yên AKP û Erdogan banga xurtkirina têkoşîna azadî û piştgiriyê hat kirin. Di daxuyaniyê de her wiha ji raya giştî ya navneteweyî jî hat xwestin, ku li hemberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bêdeng nemîne. Hin Japon jî hatin avahiya komeleyê û ji Kurdistaniyan re sersaxî xwestin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN