Çalakiya Meşa Mertalên Zindî ku ji aliyê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ve li dijî operasyonan hate destpêkirin 5 rojin li navçeya Qilabana Şirnexê û sînorê Hêma Federal a Kurdistanê didome. Li qada çalakiyê 3 kes ji ser xwe çûn, lê ji ber astengiyê leşkeriyê destûr nedan ku ambulans bice alîkariyê. Parlementera BDP’ê Nursel Aydogan jî dema ji bo derman bistîne çû gundan ji aliyê leşkeran ve rastî astengiyan hat. Dayik li gel hemû astengî û pirsgirêkan bi biryarek mezin çalakiya xwe berdewam dikin.
Meşa dayikan a li herêma gundên Zevyan, Deriyê Dawetiyan û Deriyê Bakur hate destpêkirin di roja 5’an de berdewam dike. Duh parlementerên BDP’ê Nursel Aydogan û Emîne Ayna jî tev li çalakiya dayikan bûn û piştgirî dan dayikan. Her wiha li sînor rawestîna leşkeran ên li qereqola sînor jî didome.

Destûn nedan ambulans biçe
Di çalakiyê de 3 dayik ji ber zoriya şert û mercan ji ser xwe çûn. Dema ku dayikan bang li ambulansê kir, ambulans ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin. Dayikan ji neçarî bi derfetên xwe 3 jinên ku ji ser xwe çûn birin gundan. Pişt re dayikan bi derfetên xwe jinên nexweş rakirin nexweşxaneyên Cizîr û Qilabanê. Her wiha yek jî ji ber ku rewşa wê giran bû rakirin nexweşxaneya Amedê. Leşkerên ku li gundê Ortasu ketin û derketina herêmê kontrol dikin, destûr nade ku pêdiviyên welatiyan ên xwarin û vexwarinê bên cih û li ser rê xwarin û vexwarinê desteser dikin.
Li aliyê din parlementera BDP’ê Nursel Aydogan jî dema ku xwest biçe îlacan ji gund bîne ji aliyê leşkeran ve rastî astengiyê hat. Piştî di derengê şevê de leşkeran astengî rakir, hêj nû parlementer Aydogan derbasî herêma çalakiyê bû.
Dayikan bertek nîşanî astengiyên leşkeran da û biryar dan ku leşker derbasi herême nebin. Her wiha ji bo vê yekê ji rê bi keviran li trafîkê girtin. Dayikan bi keviran „PKK“ nivîsand. Ciwanan jî di ketin û derketina herêmê de kontrola nasnameyan kir.

Li gel şertên giran rojî 
Dem dem balafirên şer û helîkopter jî di ser dayikan re difirin. Her wiha şevê din helîkoptera ku di ser çalakvanan re derbas bû şewqek sipî avêt û ev yek bû sedema meraqê. Dayikan rojên xwe bi sohmetê derbas kir, zilaman jî bi lîstên gelêrî derbas kir. Piştî saeta fitaran jî dayikên ku li gel şert û mercên giran bi xwarina hate belavkirin fitara xwe vekir.
Dayikan piştî fitarê şeva xwe li dora agir û bi sohbet û stranên gelêrî derbas kir. Her wiha li ber agirê êzing û qirşan çay dem kirin û çaya vexwarin. Diştî bêhna xwe dan jî li qada darve panelek pêk anîn. Di panelê de parlementerên BDP’ê Aydogan û Ayna, der barê geşedanên dawî de agahdarî kirin. Piştî şahiyê dayik di bin stêrên ezmanan bêhna xwe dan û heta paşîvan sohbet kirin. D saetên derengê şevê de bêdengiya şevê bi firandina balafirên şer perçe bû.


 DÎHA/ŞIRNEX