Serdana bijîşkên destwerdana lezgîn ên Elman a bajarê Fransayê Strasboourgê li ser daxwaza wezareta karê hundir a eyaleta Baden-Wurttembergê çêbû û rapora wan nîşan dide ku ew şok bûne. Ew hişyar dikin û rave dikin ka çawa Elmanya dikare xwe amade bike.
Strabourg navenda belavbûna nexweşiyê ye li Fransayê û ji ber wê ev bijîşk çûne klînîka zanîngehê ya li bajêr ku lê nexweş tên dermankirin. Di raporê de tê gotin, bijîşkên bi xwe bi vîrusê ketine, lkarê xwe dewam dikin. Wekî din nexweşên temenê wan di ser 80 salî re êdî bi alîkariya mekîneyên bêhnstendinê nayên dermankirin, da ku mekîneyên heyî ji bo nexweşên şensê wan ên saxfilitînê bêhtir e karibin bi kar anîn.
Bijîşkên Elman dibêjin, ew şertên li Elsasê dikarin di demeke kurt de xwe li Elmanyaya cîran jî bidin der û rola herî sereke wê destwerdana wan nexweşên ku divê bi mekîneyên bêhnstendinê ve bên girêdan bin. Ew dixwazin ku Destwerdana lezgîn, tiba lêmiqatebûna xurtkirî ji bo vê yekê bên amadekirin, yan na, rewşa weke li Elsasê ku Starasbourg paytexta wê ye, dikare li Elmanyayê jî xwe bide der.