20 mijdarê Roja Mafên Zarokên a Cîhanê di sala 1989'an de ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve hat qabûlkirin. Ji aliyê 193 welatan ve hate îmzekirin. 20 mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê, li gelek welatên tê pîrozkirin. Enstîtuya Lekolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DÎSA), rapora bi "Ji bo zarokên Kurd perwerdahiya zimane dayîkê û perwerdahiya pir zimanî: Di pevajoya makeqanunê de mînakên cîhane, modelên perwerdehiyê" amadekir dê di 20 mijdarê roja zarokan de aşkere bike. Civîn dê li Salona Cezayîr a Stenbolê bê lidarxistin. Dê cih bidin kesên modelên perwerdahiya pir zimanî yên li welatên wek Afrîka, Asya, Latîn Amerîka û Ewropa pêş xistin û rapora UNICEF'ê yê bi têkîldariyê mijarê.
Serokê DÎSA ye Necdet Îpekyuz der heqê mijarê de agahî da. Îpekyuz, diyar kir ku Tirkiye di pevajoya girtin, binçavkirin û pêkutiyê derbas dike û got di nav van mijaran de jî avakirina makeqanune di rojevê de ye. Îpekyuz, destnîşan kir ku pirsgirêka perwerdahiya ziman ji rojevê ketiyê, lê di çekirina makeqanunê mijara herî girîng ya perwerdahiya zimane dayîkê, perwerdahiya pir zimaniyê. Îpekyuz, anî ziman ku ew wek DÎSA ev 2 sal in xebatên perwerdahiya zimane dayîkê, perwerdahiya pir zimaniyê bi pisporan re dimeşînin. Îpekyuz, bilêvkir ku ew ji bo mijarê amadekariyê dikin. Îpekyuz, ji bo hemû kesên eleqeyê perwerdahiya zimane dayîkê, perwerdahiya pir zimaniyê bang kir û xwest tevlî civîna wan bibin.

Prof. Dr. Susan Malone û Prof. Dr. Carol Benson yên ku li welatên wek Afrîka, Asya, Latîn Amerîka û Ewropa de ji bo pêşketina perwerdahiya zimane dayîkê, perwerdahiya pir zimaniyê rolek mezin girtin jî di civînê de tecrubeyên xwe parve bikin. Nûnerê Wezîrê Perwerdahiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Najmaldîn Araz tevlî civînê bibe.

STENBOL




Di anketê de daxwaza ziman derket


Zanîngeha Dîcleyê (DU) encama lêkolîna „Bendewariyên makeqanûna nû: Mînaka Amedê“  aşkere kir.
Navenda Lêpirsîn a Civakî yê Zaningeha Dîcleyê (DUSAMER), di 14-22 cotmehê de li Amedê bi tevlîbûna 1059 kesan anketeka „Bendewariyên makeqanûna nû: Mînaka Amedê“ pêk anî. DUSAMER’ê encamnameya anketê bi tevlîbûna Doç. Dr Îlhan Kaya, Yrd. Doç. Dr. Metîn Gultekîn û Yrd. Doç. Dr. Mucahît Arpaci li navenda kongreyê ya Zaningeha Dîcleyê aşkare kir. Doç. Dr. Îlhan Kaya, diyar kir ku wan bi ve ankete xwest bibin eyneya civakê û ji bo helwesta gel a li hemberî makeqanûna nû diyar bikin.
Kaya, destnîşan kir ku anket li 4 navçeyên navendê ya Amedê pêk hatiye û beşdervanên anketê ji sedî 67’ê wan makeqanûna 1982’yan weke antîdemokratîk ditiye. Kaya, bal kişand ser pirs a “Di makeqanûna nû de dê çareserkirina pirsgirêka yekem çibe? “ û wiha berdewam kir: „Ji sedî 72’an got pirsgirêka Tirkiyeyê ya sereke pirsgirêka Kurd e. Ji bo çareserkirina pirgirikê jî komîsyoneke ji saziyên sîvîl pêk tên zêdetir tê xwestin.“
Kaya, daxuyand ku li hemberî pirsa ”Li ber avakirina makeqanûneke nû astengiya herî mezin çiye?“ bersiva ‘AKP’ derketiye û ji sedî 80’ê yan daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî kiriye.“ Kaya diyar kir ku li ser pirsa “Gelo Pêdiviya Tirkiyeyê ji makeqanûna nû heye?“ jî ji sedî 81’an bersiva “hewceye“ daye û ji sedî 33 azadî, ji sedî 17’an demokrasî, ji sedî 12’an edalet, ji sedî 7’an mafên mirovan û ji sedî 6 jî wekhevî bersivandiye.