Yalçinkaya da zanîn ku bajar li ser 6 kîlometrekareyî hatiye avakirin û ji 13 taxan pêk tê. Yalçinkaya anî ziman ku avahiyên li bajêr bi giranî ji betonê ne û bi giranî ji zemîn û du qat yan jîji zemîn û sê qatan pêk tên. Yalçinkaya ragihand ku 7 taxên li bajêr bi giranî xera bûne, li 4 taxan avahiyên di asta navîn de xisar li wan bûye hene û li 2 taxan jî avahî hene ku kêm xisar li wan bûye. Yalçinkaya diyar kir ku ji 10 hezar 778 xaniyên li bajêr ji sedî 48 bi temamî hilweşiyane, ji sedî 52 ê mayî jî, li % 60’î xisar bûye û divê werin hilweşandin. Yalçinkaya da xuyakirin ku avahiyên mayî jî dikarin werin temîrkirin.
Binesazî rûxiyaye
Yalçinkaya da xuyakirin ku bingeha elektrîka bajêr bi temamî têk çûye û Çemê Firatê û navendên hilberîna elektrîkê ji ber ku dûrî bajêr in û demeke dirêj di nava destê êrîşkaran de mane, gelekî zerar li wan bûye.
Hin pêniyaz
Yalçinkaya weke endezyarên lêkolîn kirin, hin pêşniyarên xwe bi vî rengî anî ziman:
*Xirbeyên li 7 taxan tavilê werin rakirin û neqlî qadeke li derveyî bajêr werin kirin.
*Ji bo avahiyan, qadên bazirganiyê û avahiyên cemaweriyê, cih were diyarkirin.
*Ji bo pêşî li nexweşiyên şewbê were girtin, navendên binesaziyê werin çêkirin.
*Qadên vekirî, qadên çandiniyê û qadên hawirdorê yên krîtîk bên parastin
*Naskirin û parastina karaktera çandî ya bajêr.
*Hilberîn û bikaranîna enerjiya tê nûkirin; ji bo vê enerjiyê amûrên pêwîst li bajêr û binesaziya wê bên entegrekirin.
*Ji bo tenduristiya civakî û ekolojiyê, depoyên bermayînên hişk ji nû ve werin nirxandin û çareseriyên alternatîf werin peydakirin.
*Li bajêr sîstemeke binsaziyê ya li rewşa xwezayî tê, were avakirin.