
Rapora yekemîn
CPT yekem car di 1999’an de çû Girtîgeha Îmraliyê. Di 27’ê Sibatê - 3’yê Adara 1999’an de piştî serdana heyeta CPT’ê raporeke ji 49 madeyan pêk tê amade kirin. Di raporê de der barê tiştên ku di bin çavan de qewimiye jî di nav de der barê gelek mijaran de ji bo hikûmetê pêşniyar hatin kirin. Yek ji pêşniyara di raporê de wisa bû: „Ocalan di bin rejîma ewlehiya giran de bi tena serê xwe tê girtin, ev yek ji bo tenduristiya zîhnî dê bandoreke neyînî bike û ji bo ku ev tişt ji holê bê rakirin divê tedbîr bêne girtin.“ De raporê de dihat gotin ku ivê radyo, rojname û pirtûk jî bê dayîn, xizmên Ocalan ên ku dixwazin biçin serdanê bikaribin hevdîtinê pêk bînin, di vê mijarê de astengiyên ku têne derxistin ji holê bê rakirin û tedbîr bên girtin. Di raporê de hatibû pêşniyarkirin ku ji bo ku Ocalan bi rehetî tevbigere cihê egzersîzê jî bê diyarkirin û ev maf ewlehiyê naxe xetereyê.
Di raporê de di vê mijarê de wiha hatibû gotin: „CPT’ê tespît kiriye ku Ocalan hêjî nikare di navbera hucreya xwe û odeya qiraxê de nikare rehet tev bigere, delegasyon vê yekê bi mixabî qeyd dike. Ev yek li gelek girtîgehên ewlehî bilind ên Ewropayê heye û ji bo tenduristiya zîhnî jî dê baş be. Ji ber vê yekê jî CPT careke din pêşniyar dike ku rayedarên tirk helwesta xwe li ber çavan derbas bikin.“ Di raporê de hatibû xwestin ku rayedarên tirk çend girtiyên din jî dikarin bibin Îmraliyê.
Di 11’ê îlona 2001’an de piştî li Amerîkayê li dijî quleyan êrîş pêk hat hevdîtina Ocalan bi malbat û parêzeran re hefteyê 2 caran daxistin rojeke. Piştre jî hevdîtina ku 2 saet dihat kirin daxistin saetekî. Ji bilî vê jî hevdîtin bi hefteyan bi hinceta „muxalefeta hewa“ û „koster xirab e“ hate astengkirin. Heyeta Îmraliyê cara duyemîn di 16-17 Sibata 2003’yan de pêk hat. Di raporê de tecrîda li ser Ocalan hate rojevê. Ji bo ku hevdîtinên bi malbat û parêzeran re neyê astengkirin hin pêşniyar hatin kirin. Di raporê de wiha hate gotin: „Astengkirina hevdîtinê ji bo girtiyeke dê bibe rewşeke cidî, ev yek ji bo girtiyeke di bin tecrîdê de nayê qebûlkirin.“ Di raporê de hatibû xwestin heke „muxalefeta hewayê“ hebe divê rojeke din ji bo hevdîtinê destûr bê dayîn.
Rapora sêyemîn
Serdana sêyemîn a CPT’ê jî piştî ku bûyera jehrîkirina Ocalan hatibû rojevê pêk hat. Heyet di 19-22’yê Gulana 2007’an de çû Îmraliyê û ragihand ku dê der barê mijarê de de pêşerojê de raporê amade bike. Piştre di rapora ku hatibû amadekirin de hatibû gotin ku şert û mercên Ocalan ên beriya 4 salan heta niha tu guhertin nehatiye kirin. Di raporê de pêşniyara derfetên telefonê dayîn jî hatibû rojevê. Her wiha neqla Ocalan a girtîgeheke din hatibû kirin.
Rapora çaremîn
Rapora dawî ya CPT’ê ya der barê Îmraliyê de jî di 2010’an de hate aşkerakirin. Di raporê de hevdîtina Ocalan a bi girtiyê din re, bi malbatê re dayîna derfetên telefonê, derfetên tedawîkirinê yên di rewşên acîl de dîsa hatibûn rojevê. Pêşniyarên ku berê hatibûn kirin hatibûn bibîrxistin. Lê rapor weke ku „li Îmraliyê tecrîd nîn e“ hatibû serwîskirin û manuplasyon hatibû kirin. Parêzerên Ocalan daxuyandibûn ku rapora CPT’ê ya der barê Îmraliyê de bi zanubûn tê berovajîkirin. Parêzeran diyar kiribûn ku di raporê de tê gotin ku şert û mercên Îmraliyê ne wek Girtîgehên Tîpa F nîn e. Her wiha Wezareta Karên Derve jî der barê rapora CPT’ê ye de gotibû mafên telefonê, televîzyon, derfeta hewşê û mafên hevdîtina vekirî nikare bê dayîn.
Serlêdana dawî ya parêzeran hê jî ji aliyê CPT’ê ve nehatiye bersivandin.
ÇAGDAŞ KAPLAN - DÎHA/STENBOL