Rapvanan bi hev veda
Du rapvanên li cem Bozz Musikê peymana wan heyî, dîsa bi hev vedan. Yek ji wan Manuellsen ê Efrîkî ye, yê din jî Azadê Kurd e. Tevî ku her du li hev nakin jî ev qederê salekê bû bi hev venedidan. Lê pêr Azad henekê xwe bi Manuellsen kir. Manuellsen çûbû Frankfurtê û wêneyekî xwe ji wir parve kir. Di wêneyê xwe yê bi Celo û Twin - du rapvanên Frankfurtê - re, wî navê hema hema rapvanên bajêr hemûyan etîket kiribû, ji bilî yê Azad; tevî ku Azad rapvanên herî kevin û navdar ê Frankfurtê ye jî.
Azad beramberî wê bi nivîsa "Gelo cara bê, tu wê wêneyekî Kurdistanê çêkî û li serê Kurdan hemûyan etîket bikî? #Siyasetvan" henekê xwe bi Manuellsen kir.
FRANKFURT