Ev gotin ya hezretî Zerdeşt e. Pexemberêkî ku li ser axa Mezopotamya bi vê hevokê naveroka felsefeya xwe ya jiyanê nîşan da. Ev hevok ne di qonaxa bihurî de, ne jî niha û bawer dikim ne jî dema pêş wê girîngiya xwe ji dest bide. Ji ber ku bihgeha sereke ya mirovahiyê û heqîqetê li ser rast fikirîn, rast peyivîn û kirinê hatiye avakirin yên berovajî kirine jî bi dek û dolaban ji bo textê desthiladariyê, meqam û berjwendiyên şexsî an jî malbatî, komelî van peyvan bi piratîk û gotinên xwe bê wate kirine û her kes jî kirine qurbana van berjwendiyên xwe.

Li ser hev bilêvkirin û manedarkirina vê hevokê û her wiha li gorî wê jî tevgerîn, ji her demê zêdetir ji bo hêzên Kurd girîng e bi taybet hêzên Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku yê difikirin, yê dipeyivin û yên dikin bi qasî erd û asîman ji hev dûr in.

Aliyekî berjwendiyên herêmî, malbatî, di rewşa herî baş de jî berjewendiyan li gorî burokratîzma dewletê ne ji bo gel e. Îca ev partiyên Başûrê Kurdistanê tiştên difikirin, dipeyivin û dikin, berovajî pêdiviyên civakê ne. Ji bo wê jî ne rast difikirin, ne rast dipeyivin û ne jî rast dikin. Gel di rewşa heyî de ji partiyên siyasî pêşdetir difikire, dipeyive û dike. Em dikarin li ser vê babetê çend  nimûneyên berbiçav bidin.

Pirranî partiyan paşgirên wek demokratîk, netewî, hevgirtin li pey navê xwe danîne lê ti elaqeya wan bi demokrasî û neteweyetî re nîne, eger wisa be ew qas krîz û alozî li ser kursiyeke serokayetiya herêmê çi ye? Gel zarokên xwe rê dike nav refên Pêşmerge û Gerîlla. Gel ji bo  destkeftî û parastina axa Kurdistanê peyama hevgirtinê dide. Lê hin partiyên siyasî radibin rexmê ew qas êriş û komkujiyan li Bakurê Kurdistanê diçin kongreya AKP´ê  ku destê wan bi xwîna gelê Kurd sor bûye. Eger pir hindik be jî aqil û wijdan heba û herêmî jî bifikiriyana nediçûn ber lingên celadê xwe, celadê ku 1'êTebaxê  li Zergelê komkujî pêk anîbû.

Partiyên Îslamî berovajî hemû rêgezên wekhevî yên ku bi şev û roj îda dikin lê li hemberî ew qasî nelirêtî û diziyên li qutê xelkê tê kirin, bêdeng in. Ji bo zarokêk Filistînê (ew jî dikare bibe) rondikên tîmsahan dibarînin lê ji bo zarokên Kurdan yên bi destê Erdogan tên qetilkirin ne tenê bêdeng in her wiha bi kêfxweşî diçin ber qatilêkî mîna Erdogan û pesnê wî didin. 

Heyeta PDK'ê piştî tevlîbûna kongreya AKP'ê, di serdana navenda HDP'ê de dibêjê "Rexmê zextê li ser me hene ji alî hêzên navneteweyî ve, heya niha me ji PKK'ê re negotiye terorîst" lê heman PDK'ê li gorî agahiyan tên li herêmê parastina medya û herî dawî ji nûçeyeke ku Cîhan Ozgûr weşand, bi milyonan TL û agahiyên di navbera MÎT û PDK'ê de tên parvekirin da ku tesfiyekirinê bi ser bixin. Di rewşeke wiha awarte de jî weke qonaxa berê û bi fiîlî tevlî konsepta şer ê topyekûn a AKP´ê dibin. Lê gel her roj û her kêlî dibêjê û dubare dike ku PKK weke hêzeke serbixwe çavkaniyeke manewî û felsefî ye û ji her rojê zêdetir pêdiviyeke dîrokî ye. Ji bo derketina ji kirîzê û hin partiyên ku îdaya guhertinê dikin vê rastiyê naxwazin bibînin. Başûrê Kurdîstanê niha bûye fabrîkaya ceribandina Selefîzim, Wehabîzm, Exwan el-Musilîmîn û Neo-libralîzmê. Heta hin partiyan bi pirtûkên Marks-Lenin û Engels xwendine û navê feylesof û zanyarên Rojavayî jiber kirine, lê cîranê wan naye bîra wan. 

Gava li Başûrê Kurditanê dor tê tevgereke ku bi felsefeya birêz Ocalan hatiye avakirin, ev partî vê tevgerê nedîtî dihesibînin û heta ji destê wan were sansur dikin û ji wê zêdetir mîna ku li ser Efrîka biaxifin dibêjin, em destê xwe naxin nava karûbarê hûndirîn yên parçeyên din. Heta ku ev zêhniyeta ku Kurd weke yek parçe nabîne û di warê manewî û ramanê de parçe dike û ji jor de li gel dinihêre, her tiştî li gorî berjwendiyên xwe dibînê û bikartînê, neye guhertin, ev kirîz wê dewam bike. An jî gel wê ji wan bibihure û bi xwe guhartinê çêke. Niha asoyê çareseriyê zêde diyar nîne lê gel encax bi avakirina bereyeke demokratîk ji nû ve ava bike û ji vê kirîzê derkeve, da ku rast bifikire, bipeyive û bike.