Meha Adarê, û nexasim destpêka biharê ji bo civakên li Kurdistanê xwedî cihekî taybet e. Hîna beriya bi Newrozê bi mehekê, di navbera erê-nayeke gerdûnî de ye hizra civakên li Kurdistanê. Lewma çiya û quntarên wan civakên xwe wisa dimeyînin. 

Çandinî û xwedîkirina heywanan li çiya dema ji bereketa bihara dereng û havînê diqete, êdî demeke tariyê destpê dike. Şevên dirêj mohra xwe li tevahiya jiyanê dixin heta bi Adarê. Lê Adar ne bi tenê nêzîkbûna vejînê ye, ew erê-na ye: Zemheriya wê hefteyekê diduyan dirêj dewam bike dibe ku kewar vala bibin, dibe ku ardû nemîne.

Ha ji ber wê çiyayî bawer dikin ku di vê erê-nayê de destîniya salê ji bo civak û mirovan tê diyarkirin; bi destê xwedayan, bi destê xwedê, bi destê gerdûnê. Ji ber wê jî bi derba darê sewîl tên şikandin ku sala par bi qencî û xerabiyan li dûv tê hiştin: “Adarû derbû daro!” Bi wê derba darê xirabî tên qewitandin. Daxwaz û hêviya saleke bi bereket, bê bela û bobelet xwe bi rîtuel û merasîmên cur bi cur dide der. 

Ha ev rêûresm jixwe yek ji wan girêdanên bi isbat in ku mirov heta bi serdema beriya Zerdeştiyê jî bi şopên wê dakeve. Di teqwîmên kevnar ên beriya Zerdeştiyê û her weha yên dema Zerdeştiyê behsa 10 rojên taybet dikin. Ev deh roj, rasta temambûna dewra sala şemsî/rojê tên. Ango li gorî hesabê teqwîma hingê 5 rojên bê nav ên Gathayan jî di nav van dehrojan de tên hesêb. Li gorî baweriya hingê, ruhê pêşiyan van rojan dihatin malên paşiyên xwe. Lê dinihêrîn ka hal û ehwalê malî û milkê wan çi ye. Xelkê jî bo ku wan razî bike û xwe ji xezeb û felaketan biparêze, ji wan re cil û bergên paqij, şîr, xwarin û meşrûb amade dikir. Ev tişt di malê de dihatin bicihkirin û xelk diçû seyranan, li bin banan heta roj biçe ava kes nedima.

Ha hema hema bi wî rengî mirov dikare li 8 rojên zîpa binihêre. Tevî ku ferheng zîpa bi hêsankirineke zêde weke “zivistana dijwar (Tr.: Kara kiş)” werdigerîne jî, zîpa 4 rojên dawî yên Sibatê û 4 rojên pêşî yên Adarê ne* ku biharbûn û zivistanbûna wan jî zelûl e. Çarşema pêşî ya di zîpa de mirovên devera Torê û qismî yên devera Botan weke seyrana pêşî a salê bi kar tînin. Ji malên xwe derdikevin, bi pirranî diçin ber seyrangehên li ber çem yan jî rûbaran û miradên xwe bi merasîman îfade dikin. Ji vê rojê re Çarşema Reş dibêjin. PIştî vê çarşemê jî çarşema dawî ya beriya Newrozê heye ku jê re Çarşema Sor** tê gotin. Ev heşt, weke deh û heftan bi navkirina sereke ya civaka Kurd in ji bo demên salê. 

Ev dawiya salê çi qasî tirs barkirî be ewqasî hêvî barkirî ye. Mîna sala me ya îsal, mîna Newroza me ya îsal li Kurdistanê; tirsa me heye ku em zarokên xwe yên bedew ji dest bidin, lê hêviya me heye ku em azadiyê jî ji wan re bikin diyariyeke xweşik a sersalê. Em wan xelat bikin bi nêrgizên Newrozê û karibin govendeke bi dilê xwe ya şahiya qulibîna salê bigerînin. Di vê zîpaya îsal de hem ji bo salê û hem jî ji bo civaka Kurd erê-nayek heye; di vê erê-nayê de hêvî divê zorê li tirsê bibe, berxwedan zilmê bişkîne wekî din ne sal diqulibe, ne jî gerdûn digere. Hindik ma gewrî wê zorê li tariyê bibe.   



* Li gorî teqwîma mîladî ya nereformkirî ku jê re teqwîma julyen tê gotin; 13 rojan li ya reformkirî li pêştir niha hesabê wê tê kirin.

** Çarşema Sor a serê nîsanê li cem Êzîdiyan jî elaqedarî vê rîtuelê ye.