Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî komkujiyên di meha adarê de çêbûn daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di meha adarê de gel li dijî polîtîkiyên qirkirin û komkujiyan re rû bi rû man û wiha gotin: “Komkujiya 12'ê Adarê ya Gazî û Qamilşoyê û komkujiya Helepçe ya di 16'ê adarê de pêk hatin di wijdana civakî de birînên gelek kur çêkirin û hêj zîndî ne.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sala 2004'an de li Qamişloyê 36 kurd ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatin qetilkirin û bi sedan kurd birîndarbûn û wiha hate destnîşankirin: “Armanca komkujiyê ew bû ku têkoşîna kurdan a mafdar bi tepisînin. Lê rejîma Esed tevgera azadiyê ya mafdar nekarî bide rawestandin. Pêkanînên îro li Suriyeyê pêktên berdewama wan polîtîkayan in.” Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku hemû cîhnan li dijî komkujiya sala 2004'an bêdeng ma.
'Komkujî jibîr nabe'
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ligel bi ser komkujiyê re 8 sal derbasbûn hêj zîndîbûna xwe diparêze û wiha hate destnîşankirin: “Ji ber ku hêj hesab vê komkujiyê nehetiye dayîn. Gelê me ev komkujî ji birînekir û ji bîrnake. Rejîma Esed dê hesab vê yekê bide. Em çareke din kesên di komkujiya Qamîşloyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet bi bîrtînin.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di heman rojê de salvegera komkujiya Gaziyê ye jî û wiha hate gotin: “Kesên ji pirçandiyê û jiyana piralî nerehet dest bi provokosyonan kirin e. 17 sal berê li Gaziyê hêzên tarî komkujî pêk anî.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku riya demokratîkbûna dewletê bi bûyerên wisa zelal bikin re derbas dibe. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku heke Tirkiye nexwaze bi komkujiyan bê birxistin divê bi bûyerên borî yên tarî re rû bi rû bê û kiryaran derbixe ber dadê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê demê Tirkiye dikare pirsgirêka kurd çareser bike û demokratîk bibe.
EQNERE