Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 2’yê Adarê de starta xebatên hilbijartina referandûmê da û bi startê re bi strana ji aliyê Seyda Perînçek ve ya bi navê “Na” hat amadekirin, xebatên xwe eşkere kir. Ev stran ji aliyê hilbijêrên HDP’ê ve rastî elaqeyeke mezin hat. Hêja ye ku mirov bibêje ku di kolanan, telefonan de û di wesayîtan de di rojên dawî de ew stran e ku herî zêde lê tê guhdankirin. Hûnermend Seyda Perînçek der barê strana ji bo referandûmê amade kirî de axivî.



Girîngiya hunermendan


Perînçek, di destpêkê de bal kişand ser rol û mîsyona hunermendan a di pêvajoya referandûmê de û got, “Beriya her tiştî hunermend ew e ku hunerê diafirîne, civakê vediguherîne, rastiya civakî derdixe holê. Ji ber vê yekê hunermendî girîng e û taybetmendiya wê jî heye. Gelek hûnermend hene ku ji bo me çavkanî ne û em jî li ser şopa wan dimeşin. Ji bo ku em layiqê civakê û nirxên pîroz bin, di asta herî bilind a bîrdozî û rêxistinê û hemû beşên civakê de xweperwerdekirin esas e. Em jî ji bo di behra hunermendiyê de bibin dilopek, hewl didin.”



Bi saya keda şoreşê ye


Perînçek, anî ziman ku ji bo amadekirina strana referandûmê wî berpirsyariya xwe bi cih aniye û domand: “Strana referandûmê jî, wekî berpirsyariyekê bû. Lê ev stran tenê bi şexsê min derneket holê. Rastiya civakê, şoreşa jinê, şoreşa ciwanan û bi gelemperî şoreşa gelê Kurd, keda hemûyan di nav stranê de heye. Dîsa di kesayeta hevalan de spasiyên xwe li gelê Kurd dikim.”



Li dij pergala yek kesî 


Perînçek, diyar kir ku wî li hemberî pergala yekparêz strana “Na” amade kiriye û got: “Îro serdest e ku li Tirkiyeyê dixwaze pergaleke takekesî bide rûniştandin, dixwaze demokrasiyê, çandê, ziman û çi nirxê mirovahiyê yê neteweyî hebe ji holê rake. Li şûna wî jî dixwazin yek ziman, yek al, yek netewe ava bikin. Dixwazin serdestiyê li gelan bikin. Gel jî dixwaze bi zimanê xwe û bi rengê xwe jiyana xwe bimeşîne. Lê bi vê pergala ku dixwazin bidin rûniştandin, dixwazin nirxê mirovahiyê, yên wijdanî, exlaqî û civakî yên ji dîrokê heta îro hatî ji holê rakin. Li hember vê yekê ev stran derket holê. Pêdivî bi vê hebû, wekî berpirsyariyekê hemû hevalan bar da ser milê xwe û ev stran amede kir. Heval Sara bi dengê xwe, ez jî bi dengê xwe, hevalên produksiyonê bi klîbên xwe û hevalên çapemeniyê bi weşanên xwe stranek hevpar amade kirin.”



Ji bo azadiya gelan ‘NA’


Perînçek, dest nîşan kir ku bi pergala nû nirxê hezar salan tê dagirkirin û wiha dewam kir: “Dixwazin hemû destkeftiyên me dagir bikin. Ji ber vê yekê helwêsta me ‘Na’ ye. Di wê pergalê de ku dixwazin bînin, tiştek ji bo azadiya jinê, azadiya ciwanan û azadiya gelan tine ye. Hûn jî dizanin monarşîzm û jiyanek takekesî, serdestiya tekekesî, zagonên li gorî xwe, kurtasî her tişt li gorî xwe û berjewendiyên xwe pergalê ava bikin. Em jî pergaleke demokratîk, hevpar, yekitiya neteweyî dixwazin. Ji parçebûna Kurdan re, ji parçebûna tifaqê re dibêjin ‘Na’. Ji bo birakujiyê, ji bo tolhildana hezar salan dibêjin ‘Na’. Tişta ku tê xwestin takekesî ye û em jî ji bo azadiya gelan dibêjin, ‘Na’. Ne tenê bi stranan, li kolanan, di malan de em ê heta dawiya emrê xwe her nirxên pîroz biparêzin.”


Hunermend û zana divê berpirs bin


Perînçek, banga bicihanîna berpirsyariya xwe li hunermend, nivîskar û rewşenbîran kir û got: “Hunermend, nivîskar û rewşenbîr divê pêşengiya azadiya civakê bikin. Ez bang li temamê hunermend, nivîskarên xwedî wijdan dikim ku em hemû li gorî erkê xwe û li gor hêza xwe li cem gelê xwe bin. Ne tenê ji bo referandûmê, ji bo azadiya gelê Kurd roj bi roj ber bi ronahiyê ve bimeşin. Ji ber ku mafê me jî heye ku em bi zimanê xwe û çanda xwe bijîn. Ev mafê me yê rewa ye. Dive dengê gelan li hemberî vê pergalê bisekine. Erêbûna vê pergalê ji sedî sed ji bo koletiyê ye. Ji bo dagirkeriyê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin ‘Na’.”





OZGUR PAKSOY / AZÎZ ORUÇ / DÎHABER / AMED