Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê kir û bang li ciwanên Kurd kir da ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicivin.
Greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger ku li dijî tecrîdê roja 17’ê Kanûnê li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, bi serdan û piştgiriyê dewam dike.
Komek ji ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger serdana çalakiyê kirin. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Cûdî Varto di dema serdanê de axivî û got, “Em vê berxwedana bi rûmet a hevalên xwe silav dikin. Em careke din dibêjin, heta dawiyê em ê xwedî li Rêberê xwe derkevin. Ji bo Rêberê me pêwîstî bi çi hebe em ê bikin. Rastiya gelê Kurd Rêbertî ye.”
Ciwanan da xuyakirin ku çalakiyên wan ên ji bo Ocalan wê dewam bikin û bang li ciwanên Kurd kir da ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li her deverê bikevin nava liv û tevgerê.
ANF / STRASBOÛRG