Di 3´ê meha Tebaxê de komkujiyek li Şengalê li ber çavên hemû cîhanê pêk hat. Di serî de li ber çavên hikûmeta herêma Kurdistanê û Îraqê qewimî. Heya niha li gorî statistîkên ne fermî 5-6 hezar jin û zarok ji aliyê DAIŞ´ê ve hatine desteser kirin, firotin û muamleya koleyan li wan hatiye kirin. Heya îro ti kes bi fermî li ser vê felaket û komkujiyê berpirsyar nehatiye girtin û pir pirsên hîn jî bê bersiv mane. Çima hêzên pêşmerge ji Şengalê vekişiyan.? Kê ferman da wan.? Çima hemjareke ewqasî mirovên Êzîdî bi hêsanî ber rehmeta vî makîneya terorê de hiştin.?
Ji van pirsan jî zêdetir di hundurê 5 mehên dawî de hatin kirin. Serokatiya herêma Kurdistanê radibe û rûdinê sipasiya hêzên koalîsyonê û dostên wan Tirkiyeyê dike. Min hîn jî fam nekiriye ev sipasî ji bo çî ye.? Serokê navenda paratina rewa M. Karayilan hişyarî da ku "divê çiyayê Şengalê neyê valakirin" , li gorî vê daxûyaniyê pilana valakirina çiyayê Şengalê ji aliyê PDK´ê ve heye. Ji ber ku di daxûyanêyeke Mesrûr Barzanî serokî ajansa Parastina herêma Kurdistanê dibêjê " me korîdor vekir ji bo koçberên Şengalê li çiya berê xwe bibin Zexo û Duhokê.
Pilan eşekere bû vala kirina çiyayê Şengalê û bi tevahî pêkanîna nexşeya valakirina Şengalê ye û temam kirina pilana 3´ê Tebaxê ye. Lê dema Gerîlla û Şervan ketin tevgerê ji bo alî Bakur û Rojava Şengalê korîdor veken û ber bi navendê şengalê herikîn vê carê serokayetîya herêma Kurdistanê ketin nava rewşeke defakto û neçar dibe pêşmerge bixe tevgerê, Bêguman ev ji bo vegera îtîbara şikestî a PDKê li Şengalê û derdorê wê ye jî, nexwe çima 5 mehin em tiştek nabhîstin derheqê Şengalê de. Rastîya vê operasyonê serokê herêma Kurdistanê M. Barzanî jî înkar nake û li serdanêke 2 rojan de ji bo derdorê Şengalê dibêjê " Rizgar kirina şenalê ne di pilana me de bûye". Li vir mebest ew nîne ku kî û çawa Şengal hat rizgar kirin ji ber kû di bawerîya min de Şengal tenê bi axê xwe naye rizgar kirin, mirovên şengalê di hizir, jîyan, bawerî , parastina rewa, siyasî , civakî û aborî û xwe rêvebirinê de neghêjin asta xweserî û ji hemû ya jî girngtir eger jinên kû hatine revandin hemûyan ji desetê çeteyên DAIŞê neyen derxstin û bi nêrîna min li wan hemûyan girngtir eger Kurdên Êzdî bi xwe ji hizirê paşketî a siyaseta kilasîk xwe xilas neken û nebin îradeyeke xweser, azadbûna Şengalê, Êzdîyan û Êzîdayetî bi giştî gaveke nîvco ye, dibe kû şengalê gava yekmîn be lê hîn pir ma ye. Ji ber kû piştî Kobanê, lîstik li ser Şengalê bû, wer xûyaye bi operasyona dawî ew jî vala hat derxistin.