Kurdistaniyên ku li dijî tecrîdkirina Ocalan ji 1’ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ne, ji bo bêdengiya medya Swêdê şermezar bikin, li ber avahiya sereke ya Televîzyona Dewletê ya Swêdê çalakiya protestoyî kir.
Çalakgeran pankartên bi wêne û nivîsên berxwedêrên greva birçîbûnê, posterên Ocalan û dowîzên HDP’ê hildan û dosyayên li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê radestî rayedarên televîzyonê kirin.
Çalakgeran xwest, rêveberên televîzyonan dawî li bêdengiya xwe bînin û êdî rastiyan ji raya giştî re eşkere bikin.
Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê jî li kolana herî qelebalix a Stokcholmê ji bo bidawîkirina tecrîdê çalakiyek pêk anî. Jinan li pêşiya stasyona navendî ya metroyê pankart hilda, belavok belav kirin û jinan demeke dirêj li defê da.
STOCKHOLM