
Li Silêmaniyê rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgirî da kanala televizyonê NRT û rawestandina weşana NRT´ê ya herêmê şermezar kir.
Doh saet 11:00´an li Silêmaniyê rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan bi armanca piştgiriya ji bo NRT û nerazîbûna li dijî rawestandina weşana herêmî ya NRT daxuyaniyek da çapemeniyê û ev êrîş weke êrîşa li dijî azadiya îfadeyê bi nav kir û şermezar kir.
Aloziyeke siyasî
Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser navê rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan Rêzan Fayîq daxuyanî xwend, got; “Li ger ku rewşa Herêma Kurdistanê hesas e, mafê giştî û xwe îfadekirinê jî sal bi sal ber bi paş ve diçe. Niha jî ji ber proseyeke siyasî ya navxweyî, vê jî li gel xwe proseyeke cudabûna siyasî û medyayî çêkiriye.”
Daxuyaniyê de wiha jî hat gotin; “Ev vê biryara astengkirina weşana navxweyî ya qenala NRT bi tundî şermezar dikin. Ev kare wê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne û weke aloziyekî siyasî em bi nav dikin.”
Piştre li ser navê Navenda Metro, Diyarî Mihemed ku peyamek pêşkêş kir, got; “Weke Navenda Metro em vê biryarê weke di xizmetkirina ji berjewendiyê yasayî yê desthilatê de dibinin. Ev ne biryareke yasayî û rewa ye. Li ti cihekî dinyayê jî tiştek wiha nehatiye dîtin.”
Piştre jî Rêveberê qenala NRT Awat Elî jî axivî û got; “Ji ber belavkirina reklama pêngava niha Nexêr, weşana navxweyî ya NRT ji bo hefteyek hat rawestandin. Ev reklamekî bazirganiye û pêş wê reklamê jî me rekla Belê belav kiriye. Ger pêngava niha Nexêr, ne yasayî be, bila li dijî wan vê tiştê bikin, ne li gel me ev biryarekî ne yasayî û em şermezar dikin.”
Dibe ku bidome
Hêjayî gotinê ye ku di 27’ê Tebaxê de Rêveberiya Ragihandin, Çap û Weşanê li Hewlêr nivîsek ji bo ofîsa Hewlêr a NRT şand û jê xwest ku reklama ji bo pêngava niha Nexêr rawestîne. Piştî rojekê ji ber qenala NRT ev reklam ne rawestand, biryara rawestandina weşana navxweyî ya NRT ji bo hefteyekê hat dayîn. Har wiha hatiye diyarkirin ger ku li ser vê reklamê dewam bikin, wê dema girtina vê weşanê jî dirêjtir bikin.
DANA OMER/ROJNEWS/SILÊMANÎ