SELMAN GUZELYUZ /BÊRîVAN ALTAN / MA /ENQERE
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li ser tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtina 15 deqîqeyan a bi Ocalan re peyivî. Temellî bal kişand ser rola Ocalan a di siyaseta Tirkiye de û got: “Di salên 2013-2015’an de Ocalan rola xwe ya siyasetê nîşan da. Hemû aliyên siyasî hêza Birêz Ocalan qebul kir. Ji ber vê lazim e qanalên siyasetê li pêş Ocalan bên vekirin.”
Sezaî Temellî bal kişand ser hevdîtina 15 deqîqeyan a dawî ya bi Ocalan re û got, “Ev betalkirina tecrîdê ye. Girîng e ku em der barê tenduristiya Birêz Ocalan de agahdar bûn. Dixwazin bi vê hevdîtinê wekî ku tecrîd rabûye nîşan bidin. Şerê taybet û derûnî ye. Beriya hilbijartinan serî li van rêbazan didin û ev taktîk e. Çalakiyên grevên biçîbûnê dewam dikin. Divê hemû rêxistin, sazî û dezgehên siyasî û civakî yên dibêjin di têkoşîna demokratîk de ez heme, divê li dijî tercrîdê dengê xwe bilind bikin û helwêsta xwe ya tund nîşan bidin. Ez bang li Tirkiye û hemû cemaweriya cihanê dikim. Werin em bi hev re tecrîdê bişikînin.”