Sosyal demokratên Elman li gorî anketên dawî 11 ji sedî yê rêjeya dengan werdigire û di nava rêza partiyan de dadikeve rêza çaran. Partiya Sosyal Demokrart a Elman (SPD) ku 156 salî ye ne tenê li Elmanyayê yek ji partiyên herî kevn ên Ewrûpayê ye. Kêmbûna dengên SPD’ê li Elmanyayê yek ji rojevên sereke ye. SPD ku di hilbijartinên Parlamenta Ewrûpayê û Eyaleta Bremenê de yên dawiya meha Gulanê dengekî cidî winda kir di anketan de jî kêm xuya dike.

Partiya Keskan di rêzê de li pêş e

Li gorî anketa dawî ya qenalên televîzyonê RTL û N-TV eger roja Yekşemê hilbijartinên federal bên kirin wê SPD’ê 11 ji sedî yê dengan werbigire. Ev rêje ji sala 1949’an û vir ve rêjeya herî kêm a SPD’ê ye. Tê texmînkirin ku SPD’ê dengê 5,6 milyon mirovan werdigire. Di hilbijartinên federal de yên sala 2017’an SPD’ê 9,5 milyon deng, sala 1998’an jî 20 milyon deng wergirtibû. Li gorî daneyên heyî eger niha hilbijartinek bê kirin wê SPD’ê ji partiya nijadperest Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) jî kêmtir dengan werbigire û dakeve rêza çaremîn. Bi rêjeya 27 ji sedî ya dengan Partiya Keskan di rêza destpêkê de ye.

Bi rêjeya 24 ji sedî

Partiya Demokratên Xiristiyan a Serokwezîr Angela Merkel (CDU) bi rêjeya 24 ji sedî di rêza duyemîn de wê cih bigire. Partiya Demokratên Azad (FDP) 9 ji sedî, Partiya Çep jî wê 8 ji sedî yê dengan werbigirin. Li gorî encamên anketê 59 ji sedî yê Elmanan lawazbûna SPD’ê li qada siyasetê rewşeke neyînî dibînin û li ber dikevin. Di heman anketê de rêjeya mirovên ku ji bo rewşa SPD’ê gotin ‘ji bo min ferq nake’ 36 ji sedî ye.

 

ANF/BERLIN