Bi sedan pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê bi çalakiyên mertalên zindî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin. Çalakiya li Kobanê di roja 22’an de dewam dike. Herwiha bi heman armancê li kantonên Qamişlo û Girê Spî jî li dijî gefên dewleta Tirk çalakî hene. Ji 17`ê Tîrmehê ve şêniyên kantona Kobanê dest bi çalakiya mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyê li gundên Qeremox û Ziyaretê kir. Ev çalakî piştî ku dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor zêde kirin û gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, pêk hatin. Çalakiya şêniyan li konê gundê Qeremox ê li rojhilatê bajarê Kobanê, derbasî roja xwe ya 22`an bû.
Rojane endam û rêveberên partiyên siyasî yên kantonê û rêveberên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser a kantonê beşdarî çalakiyê dibin. Li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên redkirina gefên Tirkiyê û çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyê dewam dikin.
KOBANÊ