AXÎN TOLHILDAN / EHMED UMER  / ANF/QAMIŞLO

Nerazîbûna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike. Jinên endamên Kongreya Star û HPC-Jin nerazîbûn nîşanî gef û êrişên dagirkeriyê yên rejîma Tirk dan û gotin: “Aştî jî hebe êriş jî hebe em amadene xaka xwe biparêzin.” Endama HPC-Jin a ji Qamişloyê Wetha dibêje: “Em ji Erdogan re dibêjin êdî bes e, ji komkujiyên te re, te bi hezaran jin û zarokên me qetil kirin. Em bang li hemû cîhanê û çi kesên ku çareseriyeke aştiyê ji Sûriyeyê re dixwaze dikin ku bi erka xwe rabin. Em jî wekî hêzên parastina civakî ya jin heta dilopeke xwîn di canê me de hebe em ê gund û bajarên xwe biparêzin. Lê belê heta ku ji me were em ê aştiyê bixwazin, ji ber ku em pêkhateyên vê herêmê tu carî şer naxwezin û aştiyê dikin armanca xwe ya sereke.”

Em ê serî ji Erdogan re netewînin

Endama Saziya Malbatên Şehîdan û HPC-Jin Galya Suleyman jî got: ”Me bi xwîna şehîdên xwe ev ax ji nû ve şîn kirin û em nahêlin ku dewleta Tirk ya bi serweriya Erdogan xaka me dagir bike. Me soz da ku em xaka xwe biparêzin û em dîsa soza xwe nû dikin.

Divê em bi hêza xweser têbikoşin

Endama HPC-Jin a ji Amûdê Perwîn Sînan jî hest û helwesta xwe wiha anî ziman: “Gefên Erdogan îradeya gelê me naşkîne, ji ber ku gelên me xwediyê aştiyê ne her dem aştiyê dixwazin. Lewma serketin ya gelên me ye. Em ê weke hêza parastina civakî ya jinê heta dawî li ber xwe bidin û gelên xwe biparêzin.