HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS/KELAR
Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Li beramberî van êrişan hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî bêdengiya xwe diparêzin. Nerazîbûnên welatiyan jî li beramberî vê bêdengiya hikûmetê û êrişên dewleta Tirk her ku diçe, zêde dibin. Welatiyên bajarokê Kifrî yê navçeya Kelarê li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk, rexne li hizbên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê kirin.
Başûrê Kurdistanê dagir dike
Sekreterê Ofîsa Germiyan a Yekitiya Qutabiyên Kurdistan Hawkar Mihemed li ser mijarê peyivî û got; “Hizbên desthilat ên Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên xwe yên aborî ku li gel Tirkiye hene, ji dest nedin li dijî dagirkeriyê bêdengî hilbijartine. Pişta xwe dane gel û xaka Kurdistanê. Dewleta Tirk jî li ber çavê hemû cîhanê li gorî keyfa xwe tê Başûrê Kurdistanê dagir dike û bombebaran dike. Yek ji wan jî dengê xwe dernaxin.”
Rojnamevan Rifet Mihemed jî got:”Hizbên desthilatdar ên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeran ne xwedî yek helwestin. Divê hemû hizb berjewendiyên xwe yên hizbî bidin aliyekî û bi hev re parastina xaka Kurdistanê bikin. Divê rê nedin kes dagirkeriya xwe li ser xaka Kurdistanê ferz bike.”
Nerazîbûnê nîşan bide
Mamosta Haşim Salih jî diyar kir ku hizbên Herêma Kurdistanê erka xwe pêk naynin û bê helwestin û got; “Helwesta heyî ji peyaman derbaz nabe, ger bixwe rasterast li dijî dagirkeriyê nikaribin derkevin qadan, dikarin bi rengekî din piştgiriya gelê xwe bikin ji bo gel li dijî dagirkeriyê nerazîbûn nîşan bide.”