
Duh 29’emîn salvegera kîmyabarana bajarê Helebce ya di 16’ê Adar a 1988’an de ji aliyê rejîma Baas vê pêk hatibû. Di kîmyabaranê de 5 hezar kesên sivîl şehîd bûn û 10 hezar kes jî birîndar bûn. Her wiha bi deh hezaran kes jî penaberê bajarên din ên Başûrê Kurdistanê û Îranê bûn.
Ji bo bibîranînê li seranserî Kurdistanê çalakî û bibîranîn hatin lidarxistin. Li bajarê Helebce rayedarên Başûrê Kurdistanê li Helebceyê bibîraninek li dar xistin. Her wiha Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê, Koordînasyona Partiya Azadî ya Jinên Kurdistanê (PJAK), Konseya Rêveber a KNK’ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gele rêxistin û partiyên Kurd ên din jî bi daxuyanî û çalakiyên xwe qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û komkujî şermezar kirin.
Li Helebceyê bibîranîn
Bi boneya 29’emîn salvegera vê rojê duh li bajarê Helebce bi dirûşma ‘Helebce pêşenga şikandina terorê bû û bila pêşenga avakirinê jî be’ bi amadebûna Walî û Qeymeqamê Helebce, rayedarên hikûmetê, hizib û xizmên şehîdên Helebce û gelek mêvanan, li Salona Werzêşê ya Navneteweyî ya Helebce hat lidarxistin. Di merasîmê de Waliyê Helebce yê bi wekalet Elî Osman, Wezîrê Karûbarê Şehîdan Mehmûdî Hacî Salih, Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfaliyan û Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce hatin xwendin. Piştre deste gulek li ser wêneyê sembola kîmyabaran Helebce hat danîn.
Hişmendiya komkujiyê didome
Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên ku li Bakurê Kurdistanê pêk tîne berdewama komkujiya Helepçe û hişmendiya DAIŞ’ê ye. û got: Em di vê salvegerê de şehîdên Helepçe bi minet û hurmet bi bîr tînin, em careke dî soz didin ku bîranîna wan em ê di têkoşîna pêkanîna yekîtiya netewî û Kurdistana azad de bidin jiyîn.’’
KNK: Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî di daxuyaniya xwe de diyar ki ku Helebce bûye nasnameya mezlûmtiya gelê Kurd û got: “Komkujiya Şengalê jî niha bi heman arasteyê ber bi wê nasnameyê ve diçe. KNK’ê hişyarî da, ku hê xeteriya komkujiyan ji ser Kurdan neçûye.
HDP û DBP: Her du partiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî ji bo bibîranînê daxuyaniyek weşandin û gotin: Di salvegerê de em careke din dijminên mirovahiyê yên Komkujiya Helebçeyê irine, şermezar dikin. Em ji bîr nakin, em ê nehêlin bê jibîrkirin. Yên ku ji wan heye ku bi polîtîkayên zext û şîdetê dikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin, bila dersê ji dîrokê derxînin.”
TJA: “Rûxandina dîktatorên weke Saddam wê bibe dilsoziya me ya herî rast a bi şehîdên me yên Helepce re.”
PAJK: “Bi boneya salvegera Komkujiya Helebce bang li hemû jinan dikin ku bi vînekî yekgirtî têkoşînê bilind bikin û dawî li siyaseta mêtînger û xiyanetê bînin, bibin mertal li dijî her komkujiyek û pîlanên qirêj ên li ser xaka Kurdistanê, bang li hemû jinên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku bi ruhê azadîxwaziyê û bi hêza pêşengtiyê di rêzên azadiyê de yekîtiyê ava bikin û li gel yek, pêşî li hemû komkujî û şerê bi destê hevkarên dijmin bên kirin bigirîn.”Koordînasyona PAJK’ê: Bi bilindkirina têkoşîn û yekgirtina jinê ya li dijî siyaseta dagirkerî û komkujiya li ser Şengalê, em dikarin birînên Helebce bipêçîn.” n NAVENDA NÛÇEYAN