Li Fransayê pêncşema bihurî greveke dîrokî dest pê kir û vê grevê doh jî dewam kir. Grev wê heta duşemê jî li veguheztina gelemperî û ´amî bike. Di çarçoveya grevan de qederê milyonek û nîvê mirov jî daketin meydanan.
Ev greva sendîkayan li dijî reforma teqawîtbûnê ye û sektorên sereke yên Fransayê bi beşdariyeke rekor vê grevê bi rê ve dibin. Saziya rêyên hesinî SNCF, wesayitên veguheztina komî (metro, otobus û tramway), veguheztina rêyên hewayî, rafînerî, saziyên elektrîk û gazê, berhevkarên çopê, arkuj, parêzer û xebatkarên perwerdeyê û xebatkarên li sektorên sereke bi xurtî tevlî grevê bûn.
Li nêzî 250 herêmên Fransayê pêncşemê çalakî hebûn. Li gorî medya Fransayê tevlîbûna li vê grevê ji tevlîbûna greva dîrokî ya sala 1995’an xurttir bû. Li gelek bajaran bi deh hezaran kes tevlî grevê bûn. Li gorî sendîkayan li paytext Parîsê 250 hezar kes daketin meydanan. Li Marsîlyayê jî li gorî sendîkayan 150 hezar kes daketin meydanan. Li tevahiya Fransayê li gorî sendîkayan zêdeyî milyonek û nîvê mirov daketin meydanan. Di çalakiyan de polîs li hin cihan dest werda û tenê li Parîsê zêdeyî 70 kesî hatin destgîrkirin. Li Lyon, Montpellier û Toulouseyê jî berxwedana çalakgeran û êrişa polîsan hebû.
Xebatkarên Rêyên Hesinî yên Neteweyî înê (doh) jî çalakiya xwe dewam kir. Midûriyeta Giştî ya Hewakariya Sivîl jî bang li şirketên rêyên hewayî kir kir ku 20 ji sedî yên seferên xwe yên balafiran betal bikin. Li tora veguheztina komî ya herêma Parîsê RATP’ê jî grev dewam dike. Li metroya Parîsê 10 xetên din jî doh hatin asêkirin. Her wiha seferên gelek otobus û tramvayan hatin rawestandin.
PARÎS