Sosyolog û pisporê mijara koçberiyê li Ewrûpayê, lêkolîner û dersdarê li Zanîngeha Middlessexê, Dr. Janroj Yilmaz Keleş li ser dînamîtkirinma Heskîfê got, “Beriya ku Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salî di bin ava bendava Ilisu de bê hiştin, bi dînamîtan hilweşandina wê, bi dîmenan û nûçeyan di çapemeniyê de cihê xwe girt. Ji ber ku rêveberîn dewleta Tirk Kurdistanê ji bo xwe weke paşmala xwe dibînin, dîrok, nirxên dîrokî, serbihurê û mirovên Kurdistanê ji bo wan ne girîng in. Armanca sereke û îdeolojî ew e ku Kurdistanê di kontrola xwe de bigirin û çavkaniyên wê bixin ber çerxa xwe ya mêhtingeriyê. 

Dema mirov wisa li mijarê binihêre, tinekirina Heskîfa ji serdema paleolîtîk heta îro bûye şûnwarê bêhtirî 20 şaristaniyan yan jî bi şewitandina daristanên Dêrsimê tinekirina dîrok û jîngeheke bi hezaran salî, xwediyê wê armancê ye ku bîrweriya dîrokî tine bike, mirovan ji mekanên li wan dimînin sil bike, û pê re maneyên sembolîk û mîrateyên çandî tine bike  ku hesta aîdiyeta wî mekanî bi mirovan peyde dikin. Ev ji wan rêbazan in ku mêhtirger gelek caran bi kar tînin.” 


 LONDON