Komxebata “Zanîngeheke Azad û Demokratîk” di roja duyemîn de bi encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de erkên zanistî ku dikevin ser zanîngeheke azad hatin destnîşnkirin. Encamên komxebatê ji aliyê yek ji xwendekarên zanîngehê Jiyan Mîrza ve hate xwendin.
Di encamnameya komxebatê de ku 20 û 21’ê Tîrmeha 2018an bi navê “Zanîngeheke Azad û Demokratîk” li Zanîngeha Rojava bi rê ve çû îşaret bi rola zanîngeh û akademîyên, di paradigmaya demokratîk zanistî û zanîngehê de hat kirin û hat gotin, “Zanista rojavayî ku niha bûye zanista cihanî gelek destketiyên wê hene, pêwîst e weke yekane bijare neyê dîtin û em li rê û rêbazên dîtir ji bo perwerdê bifikirin. Em teslîmî ramanên rojavayî nebin û bi sûdwergirtina ji wan bikarin şêwazê xwe yê herêmî destnîşan bikin.”
Zanistên civakî weke bingehê zanistan
Di encamnameyê de Erkên sereke yên zanistî yên dikevin ser milê zanîngeheke azad wiha hatin rêzkirin:
“Parastina ev civakbûyîna ku êdî di bin pergala resmalî de bi qirrkirinê re rûbirû ye. Tişteke li ser êriş tê kirin, rastiya civaka exleqî-polîtîk e. Erka yekemîn ew e ku ev bê exlaqî û karên xirab ku bi hevkariya zanist û sultayê tê kirin, divê em nebin şirîkê wê û rexne lê bikin.
Weke esasê hemû zanistan bicihkirina zanistên civakî.
Dema ku em di bingeha hemû zanistan de zanistên civakî datînîn, divê rexneyên li ser zanistên civakî bi rengê xwe yê heyî jî di bala me de bin. Zanista civakî ya rast dema ku lêkolînên li ser têkilîyê jin û mêr li ser esasê hevjiyanê werin bipêşxistin, dikare gavên mezin bavêje.
Bi zanîngeh û akademîyeke azad re em dikarin di zanistê de şoreşeke sazîbûyînê çêkin. Di bin paradîgmaya modernîteya demokratîk de fikrên ku rexnê li pozîtivîzme dikin, dikarin bên komkirin.”
Xweseriya rêveberî, zanistî û aborî esas e
Di encamnameyê de xweseriya zanîngehê di aliyê rêvebêrî, zanistî û aborî de weke rêgezeke gerdûnî tê binavkirin û tê gotin, “Heger ev rêgez jiyanî nebin zanîngeh nakeve xizmeta civakê, berovajî vê, wê bibe amûrê deshîladariyê. Ya herî girîng jî zanîngehek divê ku di aliyê Akademîk de xwe bispere lekolîn, pisportî û mejiyekî azad.”
Hêza çareseriyê û dewra exlaq jî di encamnameyê de nayîn jibîrkirin: “Perwerdeyeke azad divê li ser mebdeyên exlaq, pratîk, avakirina hêza çareseriya li gel xwendakaran karibe ava bike.”
Em dikarin bibin mînak
Ji bo guhertina sîstema xwe disipêre ezmûnan jî, encamname vê nirxandinê dike: “Divê kesayet zanibe ka ew ê çawa agahiyan binirxîne xwe bigihîne berheman û xwe bigihîne hunerê lêkolînê. Ji bo vê, pergala nirxandineke asta serketina xwendakar bi ezbekirinê teşwîq nake, hêza tehlîlî, hêza çareseriyê xurt dike, were avakirin.”
Hiyerarşiya hişk qebûl nake
Encamname pergala nirxandina têkilîya di navbera mamoste û xwedakar de ya li ser esasê desthilatdariyî ava bûye û teknikî ye, red dike û di rêvebirina zanîngehê de jî navendgerî û hiyerarşiya hişk qebûl nake.
Encamname bi van gotinan bi dawî dibe: “Di Komxebata me de xuya bû ku li ser mijarên zaningeheke azad, hîn bêhtir nîqaş, lekolîn û perwerde pewîst dike. Li ser van encamên derketî holê, hem mamoste, hem jî xwedekar wê hîn bêhtir karibin li ser mijarê hûrbihizirin, weke gelekî bindest û bi zimane xwe derfetê perwerdeyê jê re çênebûyî, em dikarin bibin mînak ji bo zanigeheke azad û demokratîk.”
ANHA / QAMIŞLO