Ciwanên Azad: Ya ji vê jî girîngtir, êdî dem e û heta dereng maye jî ku Rêbertiya me, sedema hebûna me, bi me re be. Li ser vî esasî, divê ciwanên Kurdistanî û înternasyonalîst ên li Ewrûpayê, cihgirtina di nava têkoşînê de ji xwe re ne weke tercîhekê, lê weke erkeke esasî bibînin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şîara “Li dijî faşîzmê serî hilde, Rêber Apo azad bike” ciwanên Kurd wê 2´yê Îlonê ji bajarê Dortmundê meşa dirêj a 5 rojan bidin destpêkirin. Meş wê 7´ê Îlonê li Dusseldorfê bi dawî bibe. Ciwanen Azad bi vê minasebetê bang li ciwanên Kurd, şoreşger û demokrat kir ku beşdarî vê meşa dirêj bibin.
Kordînasyona Ciwanên Azad ji bo meşa dirêj daxuyaniyek da û bang li ciwanan kir beşdarî meşê bibin û têkoşînê xurt bikin. Ciwanên Azad bi bîr xist ku di serî de Kurdistan, li ser erdên Rojhilata Navîn her dem û çaxî şerên desthilatdariyê bi rê ve çûne û Rêberê Gelê Kurd bi paradîgmaya bi pêş xistî, hevsengî û tifaqên vî şerî serûbinî hev kirine.
Siyaseta herî qirêj a şer
Ciwanên Azad got, êriş û zilma dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Kurdistanê li ber çavên dinyayê pêk tên, Erdogan û çeteyên wî li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê, siyasetên şer ên herî qirêj ên dinyayê tetbîq dikin.
Tecrîdkirina Ocalan jî ji van siyasetên qirêj hat hesibandin û hat gotin, “Tecrîda li dijî Rêberê me yê dîlgirtî, li ti devera din a dinyayê nîne. Destûrê nadin ku Rêberiya me bi mirovekî re jî, bi parêzerên xwe re jî bipeyive. Di şert û mercên ku ti insan nikaribe bîhna xwe jî bide û bistîne, Rêbertiya me radigirin; û darîçav e ka Rêbertiya me di van şert û mercan de çawa li ber xwe dide.”
Li dijî faşîzmê werin berxwendanê
Ciwanên Azad rexne li bêdengiya civaka navneteweyî ya beramberî dîktatoriya Erdogan jî girt, û got, “Her çendî dewletên desthilatdar bi siyaseta xwe pişta dewleta Tirk bigirin jî, dewleta Tirk beramberî berxwedana Çiyager û Avestayan şikestiye. Li Başûrê Kurdistanê tevî hemû teknîka xwe jî, dewleta Tirk li bin guhê berxwedana gerîla ketiye. Em jî, weke ciwanên Kurdistanî û înternasyonalîst, divê em vê berxwedanê ji xwe re bikin esas û ruhê berxwedanê yê ciwanan nîşanî dijmin bidin.”
Rêberê me divê di nav me de be
Ciwanên Azad dagirkeriya li ser erdên Kurdistanê bi bîr xist û got, “Ya ji vê jî girîngtir, êdî dem e û heta dereng maye jî ku Rêbertiya me, sedema hebûna me, bi me re be. Em ciwanên li Ewrûpayê yên Kurdistanî û înternasyonalîst re dibêjin: Li dijî her şêwazê zextê yê li dijî Rêbertiya me yê niha pêk tê û di sibe rojê de wê pêk bê, li dijî hewldana Erdogan û çeteyên wî ya dagirkirina erdên Kurdistanê, li her cihî em ê li ber xwe bidin. Li ser vî esasî, divê ciwanên Kurdistanî û înternasyonalîst ên li Ewrûpayê, cihgirtina di nava têkoşînê de ji xwe re ne weke tercîhekê, lê weke erkeke esasî bibînin, li gorî vê bibin xwedî helwêst.”
Ciwanên Azad di dawiyê de wiha banga beşdariya meşa dirêj li ciwanan kir: “Bi şîara, li dijî faşîzmê serî hilde, Rêber Apo azad bike, di serî de ciwanên Kurdistanî, em bang li ciwanên şoreşger, demokrat û înternasyonalîst dikin da ku beşdarî Meşa Dirêj bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN