BINEVŞ DELÎL
Di dîrokê de gelek qehreman hene. Di demên awarte, zehmet û di tengasiyê de derketine meydanê. Tişta ku kesî newêrîbûye cesaret bike, wan kiriye, xwe avêtine pêş, fikrên nû derxistine holê. Ji bo bigihîjin armancên xwe, dest ji her tiştên xwe yên ferdî berdane. Dest ji hezkiriyên xwe, ji tiştên madî; ji xwarin, vexwarin, xew, tendirustî, bi kurt û Kurmancî ji jiyana rihet û rayeyên xwe berdane. Yanê qehreman ew kes e ku wê hêzê di xwe de dibîne ku şer bike, li ber xwe bide. Bo vê jî hêvî û bawerî dane kesên derdora xwe, ji wan re bûne mînak. Ew kişandine ber bi têkoşîn û berxwedanê ve.
Tevahiya qehremanan li dijî desthilatdar, zilumkar, xwînxar û dagirkeran derketine. Yanê wisa di dem û ciyên awarte de derneketine pêş. Demên ku di civakê de kesên weke axayê eşîretê, qral, fermandar, împarator, rêberên olî li ser civakê zilm kirine, jiyana wan a azad asteng kirine, ol, bawerî, çand û zimanê wan qedexe kirine, di civakê de tirs belav kirine, dest dane ser mal û milkên wan qehreman jî derketine pêş. Li dijî qralê Asûr, Dehaqê zilumkar, bûne Kawayê Hesinkar ê pêşengtiya gelên Medî kirine. Bûne Rustemê Zal, Babek, bûne Hurem, bûne Mazdek, Mensûrê Xelac, Rindêxan, Qazî Mihemed, Leyla Qasim û hwd.
Di demên pêwîst de kesek derketiye pêş û mohra xwe li dîrokê xistiye. Belkî sed salan carekê, belkî jî bi sedsalan carekê qehreman hebûne. Lê îro ya di şexsê gelê Kurd de diqewime, bûyerek e ku ev pênaseyên qehremaniyê yên heta niha serûbinî hev dike.
Gelekî ku mafê wî yê jiyanê hatibû tinekirin, di nav sedsalekê de bi caran di qirrkirinên weke Geliyê Zîlan û Tertela Dersimê re derbas bûbû, ji ber ku ji aliyê deshilatdariya çar dewletan ve her tişta wî ya mirovî, jiyanî hatibû qedexekirin, rêxistinên wî ji hev hatibûn belavkirin, biçûk û bêkêr dihat dîtin. Hêz û morala ku karibe li ber xwe bide, baweriya xwe bixwe nemabû. Rêber Apo ji nav gelekî ev qasî hatiye tinekirin û ji nirxên xwe yên moralê hatiye dûrxistin derket. Di şexsê xwe de ev jiyan qebûl nekir, layiqî mirovan nedît. Gel bi rêxistin kir, lê her kes bi hezkirin, bi hurmet bi rêxistin kir. Yanê, xwe tenê nespart çînekê, beşekê yan jî desthilatdariyekê. Bi gelê Kurd da famkirin ku ew bi nasnameya xwe, mafên xwe yên çandî mirov in. Tenê dema ku xwedî li van nirxan derkevin dikarin bibêjin, em mirov in. Bi cidiyeteke mezin, bê berjewendî, bi baldarî, bi rêzdarî û hezkirin bi gel re nîqaş kir. Gotin û pratîka wî yek bûn. Bi wan re civîn li dar xistin, di van civînan de gel perwerde kir. Kadroyên pêşeng perwerde û bi rêxistin kirin. Ji gelê Tirk jî ciwanên weke Kemal Pîr, Hakkî Karer bi rêxistin kirin ku bûn qehremanên esasî yên gelan.
Her wiha baweriya gel a bi xwe pêk hat. Jin û xortên zarokên vî gelî tevlî nav refên gerîla bûn û her yekê bi qehremanî şer kir, şehîd bû. Gel bi serhildanan rabû. Bi taybetî di salên 1990’î de bi sed hezaran kesî serî hilda. Daxwaza mafên xwe kir, li şehîdên xwe xwedî derket. Bi dehan caran gule lê hatin barandin, bi hezaran ji wan şehîd bûn. Li beramber artêşên bi teknîk û çekên giran meşiyan, bi ser dijmin de çûn.
Bê tirs û fikar, fedaiyane, bi ser dijminekî ew qas hov de çûyîn, helwêsteke qehremanî ye. Her wiha pênaseya qehremanî ya di dîrokê de, bi îdeolojiya Rêber Apo rengekî din wergirt. Her Kurdê ku di îdeolojiya Rêber Apo de rûmeta xwe dît, bi qehremanî derket meydanan û navê xwe di bîra mirovahiyê de bi tîpên zêrîn neqişand.
Li Botanê bûn Egîd, li Xerza bûn Mizgîn, li Dersimê Zîlan, li Başûr Bêrîtan, li Cizîrê bûn Bêrîvan, Mehmet Tûnc, Asya Yuksel, li Amedê Wedat Aydîn, li Tehranê bûn Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderiyan, Îhsan Fetahyan, Ferzad Kemanger.
Îro jî ji heft hezarî zêdetir zarokên agir û rojê, bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz, di zindanên faşîzma Tirk de, li welat û li derveyî welat, di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe, xwe feda dikin. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar bi çalakiyên canbexşane xwestin zincîrên tecrîdê bişkînin. Her wiha her yek qehremanek e. Qehreman bi berdêlên dayî nirxan ava dikin û serketinê diyarî me dikin. Em bi qehremanên xwe serbilind in. Em soz didin ku em ê li ser şopa wan bigihîjin armancên wan, bi Rêber Apo re azad bijîn.